Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.01.2018

– Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazor dê were şopandin.

– Çalakiyên hemleya “Serî Hide” ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza diyarkirina rewşa wî ya tenduristî dê were şopandin.

– Civînên hilbijartinên hevserokên meclîs û şaredariyan ên herêmên federaliyê didome. Di vê çarçoveyê de, Meclîsa Navçeya Til Hemîs civînekê ji bo hilbijartina nûnerên meclîs û şaredariya bajarokên Til Ehmed û Ebû Cirin du civînan  li avahiya Meclîsa Gel a navçeyê li dar dixe, saet 10:00. Li kantona Efrînê komîteyên girêdayê meclîs û şaredariya bajaroka Eqîba dê werin avakirin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Şêniyên kantona Qamişlo sersaxiyê ji malbatên şervanên YPG‘ê re Umer Tirbespiyê, Egît Qamişlo û Dilbirîn Girbawî dixwazin, saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Civîna Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê di roja xwe ya duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Li bajarê Reqayê , bi armanca rêxistinkirina tevgera çûn û hatinê, Rêveberiya Trafîkê navendeke xwe li bajarê Reqayê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

–  Piştî ku dewleta Tirk ava çemê Efrînê birrî, rêjeya avê di gola Meydankê ya navçeya Meydankê ya kantona Efrînê de bêtirî 81 milyon mître kabik kêm bû. Di encama barîna barana dawî de jî milyonek mître kabik li gola avê zêde bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Dîwana Dada Civakî ya herêma Tebqayê Komîteya Lêpirsînê li bajarokê Mensûra ku 20 km dikeve rojhilatê bajêr ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

– Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiya Sûriyeyê û Endamê Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk Fîras Qesas diyar kir ku ne pêkan e çi konferansek ji bo kombûneke siyasî encamekê werbigire, eger nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jê hatibe dûrxistin. Ji ber ku dûrxistina aliyên çalak di tecrûbeya Bakurê Sûriyeyê de ji Soçî hewldaneke windakirina demê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Mala Jin ku ji aliyê Kongra Star ve li navçeya Til Hemîsê hatiye avakirin karibû di sala 2017’an de 325 pirsgirêkan çareser bike. Êdî Mala Jin bûye meqseda hemû jinên Til Hemîsê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

– Li herêma Efrînê, bi armanca vejandina çand û mûzîka kurdî û danasîna nifşên nû bi çanda wan a resen, peymangehên mûzîk û dukanên alavên mûzîkê hatine vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

– Buroya paqijkirinê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajaroka El-Curniyê tevî hemû kêmderfetan û kêmbûna alavan asta xebatên xwe bilind kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA