Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.09.2019

*Şopandina  Pêngava Rizgarkirina Reqa û Bagera Cizîrê.

*Rêze civînên TEV-DEM û Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk bi armaca ravekirina giringiya komînan û şirovekirina makezîneya hilbijartinan komînan ku wê 22`yê Îlonê de werin lidarxistin, li herêma Efrînê dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komseriya Bilind a Hilbijartinan bi kordîneya bi KPC-Demokratîk re li eywana Jîn a kantona  Efrînê bi mamosteyan re dicive û erkên mamosteyan di hilbijartinan de rave dike. Mamoste jî wê ji aliyê xwe ve  sonda bicihanîna erkên xwe, bidin. Saet 15:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku serkeftin û berxwedana Kobanê li dijî êrîşên 15`yê Îlona 2014`an gelek destkeftî ji bo şoreşa Rojava bi xwe re anî û bû destpêka têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Îraqê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Bi armanca pêşxistin û zêdekirina derfetan û pisportiyên xwendekaran, rêveberiya peymangehên herêma Efrînê li ser daxwaza xwendekaran beşên nû li peymangehan zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo bicihanîna pêdiviyên şêniyan, Komîna Şehîd Bedran a gundê Erba ya navçeya Mabata ya kantona Efrînê sûka gelêrî li gund vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, bawernameyên her sê astên zimanê kurdî belav, dike.  saet 18:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo danasîna makenîzmeya hilbijartinên komînan, TEV-DEM`ê li kantona Hesekê bi şêniyên kantonê re  li taxa El-Kelasê, dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* QSD’ê di çarçoveya hemleya”Bagera Cizîrê” de pêşveçûneke ber biçav pêk anî û karibû di 48 saetan de bigihêje ber deriyên bajarê Dêrazorê û herêmeke berfireh li rojhilatê çemê Firatê rizgar kir û riya alîkariya bi DAIŞ’ê re birî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji bo vekirina dibistanên Tebqayê bê navber kar û xebat tevî astengiyan tê meşandin. Li aliyekî din jî şagirt û xwediyên wan li benda 15`ê Îlonê ne da ku navên zarokên xwe li dibistanan qeyd, bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA 

*Serkeftina berxwedana Kobanê û têkşikandina çeteyên DAIŞ’ê dengeyên hêzan li ser axa Sûriye û Îraqê guhert û gelek alî neçar kirin ku hesabên xwe yên siyasî û leşkerî ji nû bikin, nemaze Kobanê bû navenda destpêkirina rizgarkirina Bakurê Sûriyeyê û destpêka tunekirina DAIŞ’ê, bi vê yekê serkeftina Kobanê ji bo hemû gelên herêmê bû zayîneke nû. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

*Piştî çend salan ji topbaran û wêrankirinê keda Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk bi serkeftinê tacîdar bû. Îsal jî hejmareke mezin ji xwendekaran berê xwe didin dibistanên taxa Şêxmeqsûd û navên xwe qeyd dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di çarçoveya xizmeta gel de, Meclîsa Sivîl a Tebqayê duyemîn Şaredariya Gel li bejahiya Tebqayê, vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Avakirina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê hewl dide hemû meclîsên gund û bajarokên gundewarê Reqayê û navçeya Eyn Îsa ava bike. Komîteyê heta niha 4 meclîs li herêmên rizgarkirî ava kirine û xebatên xwe berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

* Şaredariya Gel a gundê Sinciq Sadûn a navçeya Amûdê tevî kêmderfetan û budceyê gelek projeyên girîng pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

* Şaredariya Gel a gundê Sinciq Sadûn a navçeya Amûdê tevî kêmderfetan û budceyê gelek projeyên girîng pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

*Turnoveya fotbolê ya dilsoziya bi şehîdên Reqayê re ku ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hatibû destpêkirin, dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA