Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.11.2017

*Meclîsa Jinên Sûriyê derbarê Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, civînekê li navenda Meclîsa Gel a navçeya Eyn Îsa, lidar dixe. Saet 15:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mîhrecana Mîtan a Şanoyê di  roja sêyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*HPC`ê li kantona Efrînê, meşekê ji bo wergirtina agahiyan derbarê rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, organîze dike. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Aborî û Navenda Geşkirina Aborî li kantona Efrînê, ji bo nîqaşkirina projeyên aborî civîneke berfireh li kantonê, lidar dixe. Saet 13:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Civînên TEV-DEM`ê li kantona Girê Spî ji bo ravekirina mekanîzmeya hilbijartinan, dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hêzên Erkaxweparastinê ya Cizîrê, dewreyek nû ya perwrdeyê li Akademiya Şehîd Nîdal vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*HPC`ê li navçeya Çilaxa, dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî dike. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Firatê navên bernamzetên ji bo hilbijartinên meclîsên herîmî li herêmê û navendên dengdayînê, eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bajarê Tebqa bi xweşikbûna xwe û atmosfêra xwe ya guncaw navdar e, nemaze ji ber ku li ber keviya gola bendava Feratê hatiye avakirin. Di bajêr de gelek bazar hene û bazara navendî jî dilê bajêr e, piştî ku çeteyan weke navenda çalakiyên kuştinê bikar dianîn. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

*Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî) Nesredîn Îbrahîm û Endamê Serokatiya Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Kurdistanê ku beşdarî hilbijartinan bûye diyar kir ku ew beşekî ji federaliya Bakurê Sûriyeyê ne û dê bi riya namzetên xwe yên 4 partiyên di lîsteyê de bi coş beşdarî qonaxa duyemîn a hilbijartinên federaliya Bakurê Sûriyeyê bibin ku tê payîn di 1’ê kanûnê de bête lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

*Hiqûqnas Ebdilrehman Xelîfê diyar kir ku vekişandina Pêşmergeyan ji Kerkûkê û hin herêmên din di encama hevpeymaneke veşartî ya berê di navbera rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de pêk hatiye. Her wiha destnîşan kir ku AKP’ê, serhişkiya Barzanî û tunebûna parleman li paş lidarxistina referandûmê bûn û yek ji sedemên şikandinên Başûrê Kurdistanê lawaztiya rayedarên Kurd, nezanebûna wan a siyasî û gendeliya di nava rêveberiyê de ye. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

*Welatiyên taxa El-Meşleb piştî ku vegeriyan malên xwe û xaniyên xwe ji bermahiyên çeteyan paqij kirin, biryar girtin ku rûpela xwîndar a serdema çeteyên DAIŞ’ê ji dîroka xwe bitewînin û serpêhatiya xwe ji bîr bikin lê dijminê xwe ji bîr nekin. Bi vê yekê welatiyan jiyana xwe piştî serdema mirinê ragihandin.(BI WÊNE)

*Kantona Girê Spî bi herêmeke çandinî tê naskirin. Şêniyên Girê Spî debara xwe ya jiyanê ji sedî 90 ji çandiyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li ser daxwaza koçberên di kampa Dêrazorê ya navçeya Eyn Îsa rêxistina UNICEF bi hevkariya rêxistina Solderti dest bi xebatên çêkirina kanalîzasyona di hundirê kampê de kir. (BI WÊNE)

JIN

*Jin li Girê Spî bi saya pêkanîna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gavên dîrokî di aliyê polîtîk, civakî û leşkerî de, avêtin. (BI WÊNE)

*Endamên jin ên Yekîtiya Parêzeran û Meclîsa Dada Civakî li herêma Qamişlo ya herêma Cizîrê, biryara perlemanê Iraqê derbarê zewaca bi temenê biçûk de, şermezar kirin. (BI WÊNE)

*Piştî ku Komîteya Parastinê deriyê beşdarbûna nava hêza leşkerî ya welatyên Minbicê vekir da ku parastina wê bikin, du jinên ciwan ên bajarê Minbicê ji bo beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bibin daxwaznameyên xwe pêşkêş kirin. (BI WÊNE)

ANHA