Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.03.2017

*Şopandina pêşveçûnên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di Hemleya rizgarkirina Reqqayê û gundewên Dêrezorê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên Êzidî yên Kantona Efrînê pirsa ″Çima jinên Êzidî ji nav pençên çeteyên DAIŞ′ê rizgar nakin?″, ji  PDK′ê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Xizmên 4 sivîlên ku bi destê Artêşa Tirk hatin qetilkirin û cenazeyên wan li ser sînor hate avêtin bang li saziyên mirovî kirin ku li dijî hikûmeta AKPʹê doz vebikin û hesab ji kujeran bipirsin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa ciwanên MSD′ê ferzkirina rayedarên Tirk leşkeriya  bi darê zorê ya li ser ciwanên Sûriyê şermezar kirin û dane zanîn ku hêzên ku Tirkiyê ava dike, ji DAIŞ′ê ne cûda ne. (BI WÊNE)

*Şêniyên Girkê Legê, Amûdê û Efrînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên AKP/PDK′ê yên li ser Şengalê, dadikevin qadan û xwepêşandanan lidar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Siyasetmedarê Sûrî Ebdulqadir Mûhid got ku dewletên yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya sîstema Rêveberiya Xweser a ku li Minbicê hatiye rûniştandin qebûl dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Berpirsyarê rêxistina Hesekê ya Partiya Yekîtiya Suryaniyan Gabirêl Şemûn diyar kir ku dewleta Tirk xweseriya Şengalê hedef digire û dixwaze vê yekê bi riya şerekî navxweyîtêk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Koçberên kampa Robar ji ber paşguhkirina rêxistinên navneteweyî, di rewşeke jiyanî ya hezmet re derbas dibin, lê tevî vê yekê têkoşîna jiyanê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA