Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.11.2017

*Şêniyên bajarê Qamişlo du şehîdên YPG`ê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir dikin. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di çarçoveya çalakiyên ji bo wergirtina agahiyan li ser rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, çalakiya girava birçîbûnê destpê dike. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Cizîrê, navên bernamzetan bi civîneke çapemenî li navenda xwe ya bajarê Amûdê, eşkere dike. Saet 11: 00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li Akademiya Şehîd Hesen Derwîş a Hêzên Erka Xweparastinê ya Hesekê, dewreyek perwerdeyê, tê vekirin. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li ser banga TEV-DEM`ê, şêniyên bajarê Kobanê meşekê ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, organîze dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Metirsiyên li ser koçberên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê bi cih bûne, zêde dibin. Di van demên dawî de gelek rewşên bi guman pêk hatin û di encamê de gelek koçberan jiyana xwe ji dest dan û kujerên wan jî nehatin nasîn. Li aliyekî din gelek koçberên din eşkere li ser destên hêzên ewlehiyê û artêşa Tirkiyeyê tên kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*QSD`ê piştî paqijkirina taxa Meşleb a Reqayê ji mayîn û bermahiyên DAIŞ`ê, ewlekariya taxê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Endama Meclîsa TEV-DEM’ê ya herêma Cizîrê û Hevseroka  TEV-DEM’ê ya herêma Tirbespiyê Hediya Şemo diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê ji qonaxa nû re amadeiye û wiha got: “Di aloziya Sûriyê de xeta sêyemîn ku ji destpêka şoreşa Sûriyê erênî gav davêtin, biser ket.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Îro li bajarê Kobanê ya herêma Firatê  Mîhrecana duyemîn a Rojava ya Filimên Sînema, li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mîhrecana duyemîn a Rojava ya Filimên Sînema di roja sêyemîn de, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, dewam dike. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mîhrecana Mîtan a Şanoyê di roja sêyemîn de, li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê  dewam dike. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Civînên Kongreya Star bi nêzikbûna Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, li bajarê Helebê dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Jinên Sûriyê, civînekê ji jinên gundê Hîşe ya navçeya Eyn Îsa re lidar dixe û Roja 25`ê Mijdarê dide naskirin. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi armanca çespandina beşdarbûna jinan di nava hemû aliyên jiyanê de, Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Kobanê ji bo tîmeke fotbolê ya taybet bi jinan ava bike, di nava xebatan de ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Nivîskar û helbestvana Sûriyeyê Rola Hesen diyar kir ku guhertina qanûna rewşên sivîl li Îraqê “binpêkirineke nû û eşkere li dijî mafên jinan e” û bi vê yekê jin bêtir li hemberî destdirêjiyên qanûnan rû bi rû dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêveberên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û siyasetmedarên jin ên Girê Spî ya herêma Firatê, biryara perlemana Iraqê ya rewakirina zewaca bi temenê biçûk de, şermezar kirin û gotin ku ev yek jiyanê dikujê û civakê ji hev dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Lihevanînê ya bajarê Tebqa û gundewarên wê, di çareserkirina pisgirêkên nakûkiyên malbatî berdewam dike. Komîteya Lihevanînê ji destpêk ku hatiye ava kirin heyanî niha nêzî 500 nakûkiyên malbatî yên ku dibû sedemek ji sedemên berdanê, çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Di van salên borî de li navçeya Tirbespiyê pirsgirêka avakirina avahiyên derqanûnî zêde bûn, her wiha gelek avahî di çarçoveya çem de û di nava zeviyên çandiniyê de hatin avakirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi hatina demsala zivistanê re bi hezaran  koçberên di kampên Robar û Şehba yên herêma Efrînê de bi cih bûne diyar dikin ku rewşa wan xirabtir bûye û bang li rêxistinên mirovahiyê kirin ku alîkariya wan bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tîmên xebatkaran ên girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê xebatên xwe ji bo paqijkirina bermahiyan ji “Mezara Şehîdan a Tebqayê” didomînin û diyar kirin ku piştî Mezar were amadekirin dê xebatên xwe li deverên din ên bajêr dest pê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Cilên kevin ango di nava civakê de bi navê cilên (balê) tê naskirin, ji ber kêmbûna nirxên xwe û başbûna wan, ji aliyê şêniyên ve bi awayekî pir tê kirîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN 

*Ciwanên Kurd, Ereb û endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ku tevlî hemleya”Serî hilde” ya ji bo diyarkirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne, tekez kirin ku ew ê hemleya xwe heta rakirina tecrîda li ser Ocalan û diyarkirina rewşa wî, dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA