Têkilî | Derheqê me de

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.03.2016

-Komîteya  Amadekar a Kongreya Avakirina Sîstemeke Rêveberiyê ya Herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê wê bi beşdariya nûnerên hemû partî, tevger, rêxistinên Siyasî, nûner û rûspiyên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girke Legê civîneke berfereh lidar bixine. Di civînê de li ser sîstema pêşerojê ya rêveberiya herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê nîqaş werin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dezgehên ragîhandinê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk îdîayên ku ew girêdayî an jî ‘Milkê’ Partiya Yekîtiya Demokratîk e belav dikin. Lê belê di vê rêveberiyê de zêdetirî 50 partî û rêxistinên siyasî û civakî cih digirin û rêgezên wê yê azadî û demokrasiyê danîn e. Di vê dosyaya xwe de em ê perdeyê li ser van partiyan rakin û roniyê li wan bigerînin. (DOSYA)

-Li Kantona Kobanê di şeş mehan de şeş tabûrên leşkerî tevlî QSD’ê bûn. Berdevkê fermî yê QSD’ê Şervan Derwîş diyar kir ku hejmara tabûrên tevlî QSD’ê dibin zêde dibin. (BI WÊNE)

-Koçberên Kampa Mebrûka ya li rojavayê bajarê Serêkaniyê bang li QSD’ê kirin ku herêmên û wan ji çeteyan rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komkujiya Helebçe dikeve sala xwe ya 28’mîn. Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê xelkên Rojava saet 11.55 an piştî ku dikanên xwe digirin derdikevin kolanan û 5 deqeyan rêz digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê dê li Navenda Çand û Huner a Waşokanî 24 şehîdên berxwedaniya Serêkaniyê bi merasîmekê bibîr bîne. 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbata Idrîs Reşo yê ku 16’ê Adarê sala 2012’an li ser destê hêzên rêjîma El-Baas di serhildanê de tê qetilkirin di çaremîn salvegera wî de wî bibîr tîne. 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk bi daxuyaniyan komkujiya Helebçe ku di 16’ê Adara 1988’an li ser destê rêjîma El-Baas a Iraqê pêk hat şermezar dikin. (DAXUYANÎ)

JIN

-Di Konferansa Jin ê Cîhanî de gelek pêşniyar pêşketin, di nava wan de jî pêşniyara destekdayîna ‘Şoreşa Jin a Rojava’, her wiha avakirina komîteyeke çavdêriyê ji bo rewşa jin li Bakûrê Kurdistanê bişopîne û encamê bide Dadgeha Mafên Mirovan, derket pêş. (BI WÊNE)

-Birîndarên  jin ên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku saziyên navnetewî yên li ser navê ‘Parastina mafên mirovan’ bang dikin, divê rewşa sivîlên ji ber topbarankirina komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND û HUNER

-Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi enîdzeya Cejna Newrozê ji zarokan re şehîyekê organîze dike. 14.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK û JIYAN

-Li bajarê xwe ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê gelek zilm dîtine. Ji ber wê neçar mane ku koçber bibin. Çîroka wan a koçberiyê bi dawî nebû, cara duyemîn koçber bûn û niha li Kampa Robar a Kantona Efrînê dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ŞÎROVE

-Gelê Rojavayê Kurdistanê sedema ku Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûr de naxebitê dipirse û rastiya li Deriyê Sêmalka tê jîyîn mirov matmayî dihêle. (BI WÊNE)

ANHA