Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.7.2017

مخطط مركز وكالة أنباء هاوار 17-7-2017

*Şopandina pêşveçûnên hemleya rizgarkirian Reqayê û êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Şehba û kantona Efrîn.

*Şêniyên bajaroka El-Cezre cenazeya 8 cangoriyên hemleya rizgarkirina Reqayê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Holê bi boneya 14 û 19`ê Tîrmehê civîn organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Yekîtiya Rewşenbîran li kantona Efrînê hevdîtina pênûsa wêjeyî ku du rojan bidome, organîze dike. Nivîskar û wêjevan tevlî dibin. Saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kantona Efrînê derbare mijara dagirkeriya Tirkiyê pilatformekê bi dirûşmeya `Na ji dagirkeriya Tirkiyê re` organîze dike, saet 14:00, di heman çarçevê de li herêma Dêrikê saet 11:00 birêxistin dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi sedan jin û şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa li ser herêma Şehba û kantona Efrînê rabûn xwepêşandanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Buroya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li herêmên Şehba civîn ji şêniyên gundên rojhilatê bajaroka Fafîn lidar dixin. Di civînê de rewşa siyasî û êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Şehba tê nirxandin, saet 17:00 (Bi WÊNE Û DÎMEN)

*Yûsif Ibrahîm û Ehmed El-Ebid piştî ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve têne xapandin tevlî wan dibin. Piştî ku rastiya wan dibînin ji wan vediqetin û vedigerin mala xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Şêniyên navçeya Mobata ya kantona Efrînê Şaredariya xwe rexnekirin ji ber pirsgirêka wan a ceyranê çareser nekirine û xwestin ku were çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Fermanarê Hêzên Şehba Ebû Xalid destnîşan kir ku wê Tirkiyê ji herêma Şehba were derxistin û ew ê biserbikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA