Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.02.2017

*Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê da zanîn ku Tirkiyê destûr neda ku parlementerên Ewrûpayê, akadîmîsyen û rojnamevan Ocalan bibînin, ji ku ew dizane ku dê Rêbertî di hevdîtinê de perspektîvên çareserkirina aloziyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bajarê Babê ku gelek hêz dixwazin dagir bikin, ji topbarana artêşa Tirk a dagier û kiryarên çeteyên DAIŞ′ê û rêjîma Baas piraniya şêniyên wê bê cih û war man, bajar hat rûxandin û gelek ziyan gihişt malên welatiyan. Lê li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Rohilat Arif û Rîda Elo dane zanîn ku Sîstema Federal Sûriyê ji parçebûnê diparêze û yekîtiya wê ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG′ê Paulo Todd (Kawa Amed) ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir dikin. (08.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Li Akademiya Şehîd Cîlo ya Hêzên Asayîşê ya Kantona Efrînê dewreyeke perwerdeyê bi dawî dibe. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi armanca danasîna Federaliyê û nîqaşkirina hevpeymana civakî, bi ciwanên Girkê Legê re dicive. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

POLÎTÎKA

*PYD′ê ji bo bîranîna têkoşer Osman Dadalî, bi şêniyên Dêrikê û Girkê Legê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Şervanên jin ên Ereb ên QSD′ê dane zanîn ku wan di nava refên şervanên azadiyê de, rastiya jinê, wateya rasteqîn a azadiyê nas kirin û bang li tevahî jinên civakê kirin û beşdarî nava refên QSD′ê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Kongreya Star li Komîna Şehîd Felek a taxa Miftî ya bajarê Hesekê derbarê 8′ê adarê de, semînerekê dide. Her wiha di çarçoveya çalakiyên vê de bi jinên bajaroka Rimêlanê divice. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA