Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.06.2017

*Şopandina Pêngava Rizgarkirina Reqqayê.

*Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê li goristanê şehîd Dijwar oxir kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Yehya Şihadê dikin saet 15.00. Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê jî sersaxiyê ji malbatên Rojhat, Kanîwar û Sabir re dixwazin. Her wiha şêniyên Kantona Kobanê sersaxiyê ji malbatên 7 cangoriyên azadiyê re dixwazin saet 10.00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rêxistina Jina Ciwan a bajarê Helebê, meclîsa xwe ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk a herêmên Şahbayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, meşekê li dar dixe. Saet 14.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamên jin ên saziyên Rêveberiya li hev dicivin û rewşa rêxistinî nîqaş dikin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Fermandarê Hêzên Eşîreyan Ebû Red El-Begarî got ku armanca wan ji beşdariya operasyona rizgarkirina Reqqayê, paqijkirina axa Sûriyê ji terorê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tomargeha sivîl a bajarê Minbicê kartên danasînê pêşkêşî welatiyên herêmê û koçberan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Piştî 6 salan hêviya xwe pêk anî, bi dilxweşî li cihê jê hez dike rûndine û bihna xwe berdide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi armanca tolhildana ji malbata xwe re, beşdarî nava refên YPG′ê bû û di çeperên berxwedanê de, şerê çeteyên DAIŞ′ê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Piştî rewşa siyasî û leşkerî hatin nirxandin û rapora xebatên rêxistinî ya 3 mehan hat xwendin, civîna Desteya siyasî ya MSD′ê bi projeyên pêşerojê bi dawî bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Sekreterê giştî yê El-Partî û Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Seko diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurdistanî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên bajarê Tebqayê beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê dibin û xwarinê ji şervanan re amade dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Çeteyên DAIŞ′ê bi dagirkirina bajarê Tebqayê re, mizgeft û dêr rûxandin û pirengiya olî ya li herêmê derb kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên gund û bajarokên rizgarkirî yên herêmên Şahbayê berhemên genimê xwe diçinin û li Kantona Efrînê bi cih dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAVDÊRÎ

*Di nava jiyan û mirinê de bûn û di kêliya dawî ji aliyê şervanên QSD′ê ve, jinûve li jiyanê vegeriyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA