Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.01.2018

-Pêşveçûnên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê dê were şopandin.

-Çalakiyên hemleya “Serî Hilde” ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadiya wê dê were şopandin.

-Buroya Jin ya PYD‘ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk li ser herêma Efrînê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li bajarê Dêrikê 6‘emîn Konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê li dar dikeve, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelê navçeyê Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê meşekê lidar dixin. Meş ji pêşiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol dest pê dike,  saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li dijî gefên Erdogan û êrîşên li ser herêma Efrînê, rûspiyên Ereb ên herêma Tebqa û gundewarên banga hevgirtinê û piştgiriya bi gelê Efrînê re kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên wê êrîşên artêşa Tirk wekî êrîşên nemered bi nav kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawî li hemberî êrîşan disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hejmarek ji welatiyên kantona Girê Spî îdayên Tirkiyê yên ku dibêjin êşîreyên Ereb li kêleka wan in derwandin û got ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakurê Sûriyeyê dagir bike û serdema Osmaniyan vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo êrîşên dewleta Tirk li ser gundên Efrînê şermezar kirin û got “Destê ku dirêjî Efrînê bike wê were jêkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê revandin û êşkencekirina sivîlan wekî karekî ji xwe re dibîne. Li beramberî serbestberdana welatiyan bertîlan digire. Çeteyan ji herêma Şehbayê 3 welatî bi tewana ku têkiliyên wan bi YPG‘ê re hene girtîne, ji bo ku werin berdan, bertîlan ji malbatên wan dixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe qebûl nake ku Tirkiye xaka Efrînê dagir bike. Welatiyên Qamişloyê jî ev yek piştrast kirin û ji Erdogan xwestin ku “Bi aqil be” û dûrî wan bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPYVÎN

-Umer Helûş got ku dewletên mezin ji bo pêkanîna pîlanên xwe di herêmê de Tirkiyê bi kar tînin û destnîşan kir ku eger êrîşeke ciddî li ser Efrînê were kirin, dê rewş veguhere şerekî herêmî û dê bibe aktora komkirina hemû hêzên Sûriyeyê yên ku li dijî terorê şer kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Endamê Desteya Rêveber a MSD‘ê Hikmet Hebîb diyar kir ku Erdogan bi gefxwarinên xwe yên li ser Efrînê hewl dide Sûriyeyê dagir bike û serdema Osmaniya vejîne û destnîşan kir ku agirê li Sûriyeyê vêkeve dê derbasî Tirkiyeyê jî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye û endamê Desteya Serokatiyê ya Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd Nesreddîn Îbrahîm li ser gefên Tirkiyeyê got “Eger Rûsya û Amerîka erê nekin Tirkiye nikare êrîşî Efrînê bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Avê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê av gihand gelek gundan û hewl dide stasyona sereke ya zelalkirina avê li bajarê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çeteyên DAIŞ‘ê hemû pirên di bajarê Reqayê û derveyî xirab kirin. Ji ber vê yekê şênî zehmetiyên çûn û hatin dikişînin. Pira Semra Reqa jî yek ji wan piran e ku ziyanên mezin gihane. Şênî daxwaz ji aliyên têkilîdar kir ku vê pirsê sererast bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA