Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.03.2017

*Şopandina pêşveçûnên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di pêngava sêyem a hemleya rizgarkirina Reqqayê û gunderwarên rojhilatê Dêrezorê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo cejna Newrozê li hemû gelên herêmê pîroz kir û got ku gelê Bakurê Sûriyê bi têkoşîna xwe, wateya rast a Newrozê vegerandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanên YPG/YPJ′ê yên li taxên Helebê yên rojhilat, Newroza sala 2017′an wekî cejna azadî, aştî û bratiya gelan bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîteya Amadekar amadekariyên cejna Newrozê bi dawî dike, gel jî bi coş û heyecaneke mezin amadekariya pêşwazîkirina cejnê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina sivîlan ji herêmên di destê çeteyên de, korîdorên bi ewle vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên taxa Şêxmeqsûd ên ku di cejna Newrozê de ji aliyê rêjma Baas ve dihatin girtin, dane zanîn ku Newroz azadî û serkeftina li dijî hêzên desthilatdare. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê bi şêniyên gundên Keştear  û Tenib re civiy. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Siyasetmedar û Endamê  Rêveberiya Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê ê yê bajarê Til Temir Yasîn Elo anî ziman ku armanca êrîşên li ser Şengalê, şikandina vîna gelê Kurde, her wiha da zanîn ku tu cudahî di navbera çeteyên PDK′ê û DAIŞ′ê de nîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Meclîsa Giştî ya PYD′ê cejna Newrozê li şervanên azadiyê yên di çeperên berxwedanê de, gelê Rojava, Sûriyê û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û soza şopandina riya şehîdan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Komîteya Zimhêrê ya herêma Şedadê diyar kir ku çareseriyeke demkî ji bo pirsgirêka nan peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

* Desteyên Çandî yên Rêveberiya Xweser bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava re, di bin dirûşmeya ″Huner pira di navbera gelan de ava dike″ cihê hevdîtina Rojava li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*TEV-ÇAND′ê  bi armanca afirandina ruhê hevbeş û peydakirina derfetên kar, kargeheke dirtina cil û bergên folklorî vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Helebê bi hemû pêkhateyên xwe, amadekariya pêşwazîkirina cejna Newrozê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA