Têkilî | Derheqê me de

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.04.2017

*Çavkaniyên herêmî agahî dan ku dewleta Tirk a dagirker ji bo guhartina demografiya herêma Şahba erdê şêniyên bajaroka El-Rai bi riya Tirkmenan dikire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevserokê Meclîsa Rêveberiya herêma Şahba Ismaîl Mûsa diyar kir ku Tirkiyê li herêmên Şahba ne tenê li ser Kurdan li ser hemû pêkhateyên herêmê polîtîka valakirina gundan dide meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên gundê Celme yê girêdayî navçeya Cindirêsê êrîşa dagirkeriya Tirkan a li ser gundê wan şermezar kirin û got:ʺHedefa Tirkiyê ji vê êrîşî valakirina gundê me ye.ʺ (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Merwaniyê û Senare yên navçeya Şiyê pireke leşkerî çêkiriye. Li ser wê pirê re alavên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe derbasî xaka Kantona Efrînê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Girke Legê ji bo danasîna federaliyê li xeta Aliyan civînekê li dar dixe. saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Komîteya xizmetguzarî ya girêdayî saziya ceyranê ya bajarê Minbic karê xwe yê sererastkirina pira riya Helebê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Koçberên kampa Eyn Îsa her ku diçe hejmara wan zêde dibe, xwarin têra wan nake, derfetên jiyanê kêmin û Rêxistinên Mafên Mirovan li beramberî vê yekê bêdeng in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Xwediyên kargehan ên taxên rojhilatê Helebê yên ku  ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hatine rizgarkirin dest bi sererastkirina kargehên xwe kirin û ji wan kargehan jî kargehan çêkirina pêlavan e.(WÊNE Û DÎMEN)

*Piştî ku herêmên Şehbayê ji bermahiyên şer hatin paqijkirin û şênî vegeriyan li warên xwe êdî jiyan li wir zindî bûye. Li wê herêmê çandina zebze, daran û hwd rengek daye  herêma Şehbayê.(WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

*Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li herêma Dêrikê yekemîn konferansê xwe li Navenda Dicle ya Çand û Huner a Demokratîk saet 10:00 li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

* Jina êzîdî ya bi navê Wefa Meşel tevî her du xwişkên xwe û meta xwe koletiya çeteyan qebûl nekir û ji bo rûmeta xwe biparêzên, xwe avêtin avê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA