Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.03.2017

*Şopandina pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di hemleya rizgarkirina Reqqayê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dê Komîteyeke Rêvebirina Kar û Barên dibistanên gundewarên bakur rojavayê bajaroka Eyn Îsa, were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şervanê bi navê Firat Batman da zanîn ku pêşengiya jinê ji operasyonên li dijî terorê, şoreşa Rojava ji hemû şoreşên cîhanê cûda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mamosteyên KPC-D ên bajarê Dêrikê perwerdeya leşkerî dibînin, da bikaribin xwe  û welatê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Şervanan jin dane zanîn ku berxwedana Helebê bi saya hevgirtina jinên taxa Şêxmeqsûd bi ser ket û gotin ku jinên Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen li hember êrîşan berxwedaneke bêhempa dane meşandin.

*Mala jinê ya herêma Şedadê doza jinekê careser kir û mafê wê lê vegerand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevseroka Meclîsa TEV-DEM ‘ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer destnîşan kir ku divê jina koçber û hemû jinên cîhanê dîroka xwe ya ku ji ber zihniyeta desthilatdar hatiye ruxmandin nas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tabûreke HPC-JIN a herêma Girkê Legê ser bendên kontrolê disekine û çalakiyên 8’ê adarê diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewreya taybet a şervanên Sûriyê ku beşdarî nava refên QSD’ê bûne, bi dawî bû. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Hîlala Zêrîn a TEV-ÇAND’ê û jinên  Şaredariya Gel a navenda Kantona Efrînê ji bo roja 8’ê adarê, meşekê lidar dixe. (12.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Rêxistinên jinan ên Rojava rêzeçalakiyên 8’ê adarê li tevahî Kantonên Rojava, didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA