Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7.12.2015

Welatiyê bi navê Mihemed Xidiro yê ji pêkhateya Tirkmen diyar kir ku Tirkiye ji bo pêkanîna siyasetên xwe tirkmenan bi kar tîne û got tirkmen li tevahî Sûriyeyê hene, li herêmên Şehba jî hejmara wan diyar e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên komîteya amadekar a kongreya Sûriya Demokratîk diyar kirin ku kongre dê di 8’ê Kanûnê de pêk were û destnîşan kirin ku amadekariyên kongreyê bi dawî bûne.

Hêzên Parastina Cewherî li pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne û ji destpêka êrîşên çeteyan ên  li ser Kantona Efrînê ve li ser benda kontirolê ya gundê Cilbirê ya navçeya Şera nobetê digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê komîngeha xwe ya bi navê Şehîd Rustem Cudî vedikin. (13.30) BI WÊNE Û DÎMEN

– Endamê Komîteya Diplomatîk a TEV-DEM’ê ku di heman demê de endamê komîteya Amadekar  a Kongreya Suriyeya Demokratîk e, Ebdulselam Ehmed diyar kir ku kongreya  dê ji bo  ava kirina Suriyeke demokratîk û azad , yekirina nêrîna opozisyona Suriyeyê û avakirina pirojeyeke siyasî ku xwe dispêre îradeya hevbeş a hemû pêkhateyên Suriyeyê,  bê  li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya Kampaniya “ Ez ê biçim dibistana xwe”de  navenda Dicle ya Çand û Hunerê bi hevkariya  Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê şahiyekê li dibistana Seretayî ya El-Meamûn organîze dike. (13.00)BI WÊNE Û DÎMEN

– Meclîsa Tendirustiyê ya bajarê Qamişlo dê serdana dibistanên taxa Enteriyê bike û rewşa tendirusiyê ya şagirtan bişobîne. (8.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

– Akademiya Nûrî Dêrsimî dewreyeke nû ji endamên Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo re vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê ji bo alîkariya bi malbatên tekoşeran û malbatên xizan re,  dest bi çandiniya kenim û cê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber êrîş û dorpêçkirina taxa Şêxmeqsûd ji aliyê çeteyan ve, jiyana  rojane li taxê zehmet bûye û derman kêm bûye. Heyva Sor a Kurd bang li rêxistinên navnetewî kir ku alîkariya birîndarên taxê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)