Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVNEDA NÛÇEYAN A 16.03.2017

*Şopandina Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina gundên Reqqayê û Dêrezorê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi dehan malbatan ji ber zulma çeteyên DAIŞ′ê, reviyan herêmên rizgarkirî yên di bin ewlehiya QSD′ê de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çeteyên DAIŞ`ê yên ku nikaribûn pêşketina hêzên QSD`ê ber bi Reqqayê rawestînin, êdî serî li rêbazên nû yên kirêtir didin. Çete îcar sivîlên herêmê û tirimpêlên wan di êrîşên xwekujiyê de bikar tînin. (BI WÊNE)

*Serokê PÇDK`ê Dr.Fayiq Gulpî diyar kir ku polîtîkayên şaş ên PDK`ê car din Helebçe li Şengalê dubare dikin.. (BI WÊNE)

*Komîteya Amedekar a konferansa ciwanên Kurd, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan daxuyaniyekê dide. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Gelê Rojava bi rêzeçalakiyan, komkujiya Helebçe bibîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Rojnamevanên Kantona Cizîrê bi armanca rawestandina hedefgirtina rojnamevanan, li çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo mitîngekê lidar dixin. (12.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Şaredariyên Gel ên bajarê Qamişlo bi nêzîkbpbûna cejna Newrozê, tax û kolanên bajêr dixemilînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanekî YPG′ê li goristana Şehîd Refîq, şêniyên Kantona Kobanê jî cenazeyên 3 cangoriyên xwe, her wiha şêniyên bajarê Serêkaniyê jî cenazeyên du şehîdên xwe, oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Bilbilê, Şera, Raco û Şêrawa bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê, dadikevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Endama PYD′ê Roşîn Mûsa da zanîn ku armanca ji êrîşên li ser Şengalê, ew ku rê li pêşiya yekîtiya Kurdan were girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Partiya Komînîst ya Kurdistanî Buroyeke xwe li bajarê Tirbespiyê, vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Dayikên Aştiyê yên bajarê Hesekê ku serdana Şengalê kirin û ew jî li gel şêniyên Şengalê rastî êrîşên çeteyên PDK‘ê hatin, êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin û hestên xwe bi gotin: “Em Şengal bi tenê nahêlin” anîn ziman. (BI WÊNE )

*Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a herêmên Şahbayê, da zanîn ku avakirina yekîtiyê gaveke bingehîn a çareserkirina dozên jinê û avakirina nasnameya wê  ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên herêmên Şahbayê dane zanîn ku di Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê de, jin pêşengiya civakê dike, di hemû qadên jiyanê de cih digire û mafê wê tê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Rêxistin û Komeleyên Alîkariyê, madeyên xwarinê li koçberên Minbicê belav kirin, her wiha amadekariya vekirina kampeke nû ya koçberan tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Diyar e ku şerê wekîlan ku ev 6 sal in li Sûriyê digere, nikaribû berjewendiyên hêzên mezin ên cîhanê pêk bîne. Lewra van hêzan bi xwe dest werdan herêmê. Şerê wekîlan bû şerê esîlan. (BI WÊNE)

ANHA