Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVNEDA NÛÇEYAN A 17.03.2017

*Şopandina pêveçûnên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di pêngava sêyem a hemleya rizgarkirina Reqqayê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên çeteyên AKP/PDK′ê yên li ser Şengalê şermezar kirin û bang li PDK′ê kirin ku li gorî planên dewleta Tirk tev negere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Gelê Elewî yê Kantona Efrînê êrîşîn çeteyên AKP/PDK′ê yên li ser Şengalê, wekî berdewamiya  fermana 73′yan bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di navbera zarok û piraniya koçberên kampa Şahbayê de, nexweşiya Lamaniya belav bûye, lê derman nîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Buroya Têkîliyan a TEV-DEM′ê li salona Beylesan a bajarê Amûdê bi eşîreyên Ereb re dicive û rewşa siyasî ya dawî dinirxîne. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

*Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 cangoriyên ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. (12.30) BI WÊNE Û DÎMEN

JIN

*Jinên Êzidî gotin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û şopdarên riya Nazê Nayîf û hemû şehîdên Şengalê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jina bi navê Medîha Şêx Xelîl ji gundê Xirbit El-Heyat ê Kantona Efrînê ye, zêrê xwe firot û bi pereyên wê, ceneretorekî ceyranê ji bo şêniyên gund kirî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û  JIYAN

*Bi nêzîkbûna cejna Newrozê şêniyên Girkê Legê cil û bergên Kurdî didrûn û amadekariya pêwazîkirina cejnê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Navendên Çand û Hunerê yên Dicle û Mihemed Şêxo yên bajarên Dêrikê û Qamişlo bi boneya cejna Newrozê şahiyan lidar dixin. (14.00) BI WÊNE Û DÎMEN

CIWAN

*YCR navendeke xwe li taxa Hulok a bajarê Helebê, vedike. (15.00) BI WÊNE Û DÎMEN

DOSYA

*Di nav 6 salên aloziya Sûriyê ku her devera Sûriyê wêran kir, herêmên Xweseriya Demokratîk ên Kobanê, Cizîr û Efrîn aramiya xwe parastin. Herî dawiyê ji van herêman projeya Federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê weke nimuneyek çareseriya herî guncaw derket. (BI WÊNE)