Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojeva rojnameyên Ereban çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Ereban di weşanên xwe yên îro de gelek mijarên germ ên li Rojhilata Navîn derxisxtin pêş û bi awayekî berfireh gotûbêj kirin.  

Rûsya Dêrazorê bombebaran dike

Girêdayî rewşa Sûriyeyê Rojnameya El-Heyat bi vî sernavî “21 welatiyên sivîl di bombebarana Rûsyayê de hatin kuştin” bal kişand ser rewşa li parêzgeha Dêrazorê ku ji aliyê balafirên Rûsya û rêjîmê ve tê bombebarankirin.

Rojnameyê da zanîn ku Rêxistina Tendusitiyê ya Navnetewî şevê din hişyarî daye ku li herêma El-Xûta El-Şerqiyê ya Şamê 500 kesên nexweş hene û li bendî dermankirinê ne, lê hikûmeta Sûriyeyê rê nade ku alîkariya tenduristî derbas bibe.

Li gorî rojnameyê, di heman demê de bombebarana balafirên Rûs a li dijî bajarokên Dêrazorê ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye, didome û duh 21 kesên sivîl ji ber vê bombebaranê hatin kuştin.

Putin dîsa dikeve hilbijartinan

Ji aliyê xwe ve Rojnameya El-Şerq El-Ewset bal kişand ser niyeta Serokê Rûsya Vladimir Putin ku ji bo wîlayeta 4’an tevlî hilbijartinan bibe. Rojnameyê li ser mijarê ev sernav bi kar anî: Putin li Sûriyeyê serkeftinê radigihîne û careke din dikeve hilbijartinan”

Rojnameyê diyar kir Vladimir Putin duh serkeftina mezin a li dijî DAIŞ’ê ragihandiye û gotiye ku wan herêmên rojhilatê Çemê Firatê jî ji DAIŞ’ê paqij kiriye, lê ew herêm bi xwe bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navnetewî ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine rizgarkirin.

Amerîka ji Rûsya dixwaze zextê li Esed bike

Li aliyekî din Rojnameya El-Heyat bi nivîsekê diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide ku Serokê Sûriye Beşar Esed tevlî danûstandinan bibe û ji Rûsyayê dixwaze ku zextê li Esed bike û wî bîne danûstandinên Cinêvê.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku Amerîka piştgiriya beşdariya Esed di danûstandinan de dike.

Trump ji bo Yemenê bang dike

Rojnameya El-Qudis El-Erebî got li ser rewşa Yemenê got “Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Erebistana Siûdî kiriye ku bihêle yekser alîkarî derbasî Yemenê bibin.”

Di heman mijarê de Rojnameya El-Ereb El-Londoniye jî ev sernavê hanê bi kar anî “Li Sen’ayê tirs… Hûsî qanûna milîstan ferz dikin.”

Heman rojnameyê diyar kir ku li kolan û taxên paytext Sen’ayê hejmareke zêde ya çekdarên Hûsiyan hene û li vî bajarî tevgera welatiyan hatiye sekinandin.

Li Mûsilê dîsa tevgera DAIŞ’ê

Rojnameya El-Qudis El-Erebî ji aliyê xwe ve rewşa li Iraqê û bi taybet a Mûsilê nirxand û diyar kir ku li vî bajarî tevgera çeteyên DAIŞ’ê hatiye dîtin û hikûmeta Iraqê jî piştî ev yek ferq kiriye, hêzên xwe li wir zêde dike.

Turmp soz xwe anî cih: balyozxaneya xwe vediguhêze Qudisê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset girêdayî geşedanên girêdayî rewşa Filistînê jî, ev sernivîs da nûçeyeke xwe “Soza Trump: Balyozxaneya Amerîkayê diçe Qudisê”

Rojnameyê destnîşan kir ku Trump di pêngava xwe ya hilbijartinan de soz dabûn ku wê balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê veguhêze bajarê Qudisê û duh fermî Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kir û soza xwe bi cih anî.

(he)