Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojeva rojnameyên erebî çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Destgehên çapemeniyê yên Erebî di weşanên xwe yên nivsîkî de geşedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin. Şerê li Sûriye, Rewşa Tûnis, Iraq û Yemenê wekî rojevên sereke hatin vegotin.

Nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê zêde dibin

Rojnameya El-Şerq El-Ewset diyar kir kuk di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ji bo mijara “Herêmên kêmkirina şer” nakokî derketine. Rojnameyê ji bo nivîsa xwe ya girêdayî vê mijarê ev sernav bi kar anî “Di navbera Rûsya û Tirkiye de ji bo şerê li Sûriyeyê nakokiyên kûr hene”

Li gorî rojnameyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê gotiye ku balafirên bêyî ajokar ji aliyê Îdlibê hatine û baragehên Rûsya yên li Sûriyeyê bombebaran kirine, di heman demê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mouloud Gawish oğlu jî hişyarî daye Rûsya û Îranê ku êrîşên xwe yên li “Herêmên kêmkirina şer” bisekinînin.

Moskova: Cinêv bêyî Sochi nikare tiştekî bike

Rojnameyê El-Heyat jî derbarê hewldanên çareseriya siyasî ji bo rewşa Sûriyeyê de nûçeyek weşand û tê de Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf de destnîşan kiriye ku ew amadekariyên xwe yên ji bo Sochi dewm dikin.

Li gorî rojnameyê, Lavrov gotiye “Eger Sochi neyê lidarxistin û encamên civînên Astana di ber çavan re neyên derbaskirin, wê li Cinêv tu pêşketin çênebe.”

Rêjîm derbasî Balafirgeha Ebû El-Dihûr dibe

Ji aliyê xwe ve Rojnameya El-Qudis El-Erebî geşedanên li parêzgeha Îdlibê ji nêz ve şopand û di rûpela xwe ya pîşîn de nûçeyeke bi vê sernivîsê da “Rêjîma Sûriyeyê derbasî balafiregeheke stratejîk a li Îdlibê dibe. Di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de jî nakokî hene.”

Rojnameyê destnîşan kir ku rewşa li Îdlibê gelek tişt daye guhertin û gelek hesabên berê şaş derxistiye. Rojnameyê da zanîn ku Tirkiye rêjîmê tewanbar dike ku dixwaze destê xwe deyne ser tevahiya parêzgeha Îdlibê.

Hêzên rêjîmê duh çarşemê derbasî riya ketina Balafirgeha Ebû El-Dihûr a Îdlibê bûn. Niha li vê herêmê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de şerekî dijwar diqewime.

Li Tûnisê dîsa ‘serhildana gel’

Rojnameya El-Şerq El-Ewset bi sernavê “Serhildana Tûnisê berfireh dibe. Artêş jî belav dibe” rewşa li Tûnisê nirxand.

Rojnameyê got ku xwepêşandanên li Tûnisê derbasî bajarên mezin ên wekî Baca, Nabul, Qeblî, Benzirt û Seydî Bozêd bûne.

Rojnameyê li gorî raporên dezgehên çapemeniyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê zêdetirî 230 kes girtine, di heman demê de Berdevkê Wezareta Parastinê Belhesen El-Weslatî got ku ji bo parastina navendên hikûmetê Artêşa Tûnisê hêzên xwe li çend bajaran belav kiriye.

Li Iraqê haziriyên hilbijartinan

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser amadekariyên hilbijartinên Iraqê û wiha nivsand “Li Iraqê ji bo hilbijartinan bi dehan hevbendî hatin avakirin. Hevbendiya El-Malikî ya herî bi hêz e”

Rojnameyê bal bal kiaşnd ser axaftina serokê Navneda Hilbijartinan Riyad Bedran ku gotiye li Iraqê ji bo hilbijartinan 19 hevbendî hatine avakirin.

Li gorî texmînên çavdêran, dibe ku hejmara hevbendiyên hilbijartinan rabe 30’iyan.

Li aliyekî din Rojnameya El-Şerq El-Ewset axaftina Berdevkê Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê Tirkî El-Malikî ya derbarê Keştîgeha El-Hedîdê de bi bîr xist.

El-Malikî ji rojnamevanan re got ku ew daxwaza hikûmeta Yemenê ya hatinên Keştîgeha El-Heîdîdê fam dikin, lê pêwîste ewlehiya herêmî û navnetewî were parastin û ji ber vê yekê ew dixwazin ku ev keştîgeh di bin kontrola Netewên Yekbûyî de be.

(he)

ANHA