Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de giranî dan rewşa Sûriyeyê, şerê li derdorên Îdlib û Şamê ji rojevên sereke yên wan rojnameyan bû.

Şerê Îdlibê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset diyar kir ku pêşeketinên dema dawî li parêzgeha Îdlibê hemû rûpelên siyasî tevlî hev kiriye û got “Hêzên rêjîmê piştî 24 saetan ji rawestandina şer, careke din bi piştgiriya balafirên Rûsyayê êrîşên xwe yên li başûrê Îdlibê dewam dike û hin gundên din kontrol kirin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku komên çete ku navê opozîsyonê li xwe dikin jî êrîşî hin nuqteyên di bin kontrola hêzên rêjîmê de kirin û 5 gund ji destê rêjîmê derxistin.

Li dora Şamê 10 sivîl hatin kuştin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî ji aliyê xwe ve bal kişand ser rewşa li herêma El-Xûta El-Şerqiyê ya girêdayî Şamê û ev sernav da nivîsa xwe “Li El-Xûta El-Şerqiyê 10 kesên sivîl hatin kuştin.”

El-Qudis El-Erebî di berfireha nûçeya xw de diyar kir ku di nava 24 saetên dawiyê de ji ber bombebarana hêzên rêjîmê ya li ser herêma El-Xûta El-Şerqiyê 10 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Washington Sochi rexne kir

Rojnameya El-Heyat jî daxuyaniya Berspirsê Karûbarên Rojhilatê Jêrîn ê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê David Satterfield a derbarê rewşa Sûriyeyê de wekî rojev girte dest.

Rojnameyê diyar kir ku vî rayedarî Amerîkayî hewldanên li Sochi rexne kiriye û gotiye “Li Sûriyeyê eger veguhestineke siyasî çênebe tu serkeftinên leşkerî nagihêjin serî. Li gel Washington gelek rê û rêbaz hene ku bandora Rûsya li ser encamên danûstandinên ji bo Sûriyeyê kêm bike. Washington jî piştgiriyê dide vê yekê ku destûr (makazagon) were guhertin û di bin çavdêriya NY’ê de hilbijartin bi awayekî zelal pêk werin.”

Îranê çekan dide Hûsiyan.. Belgeyên nû derketin

Rojnameya El-Şerq El-Ewest girêdayî rewşa li Yemenê wiha nivîsand “Raporeke pisporên NY’ê hin belgehyên nû derbarê şerê Yemenê de eşkere kirin. Di van belgehan de îsbat dibe ku Îranê çekan dide komên Hûsiyan ên li Yemenê. Di van belgeyan de tê gotin ku Îran li dijî Erebistana Siûdî fûzayên balistî dide komên Hûsiyan.”

(he)