Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên rêjîma Baas dest danî ser gundên nû yên girêdayî parêzgeha Idlibê. Li aliyekî din jî Serokê Tirkiye Tayyip Erdogan careke gef li herêma Efrînê xwarin. Her wiha hikûmeta herêma Kurdistanê bi hikûmeta Bexdayê re civiya.

Rêjîm li gundewarên Idlibê pêşve çû

Rojnameya El-Heyat di rûpela xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyê û ev sernav da ″Hêzên rêjîmê li gundewarên Helebê ber bi Ebû El-Dihûr ve pêşve diçin″.

Rojnameyê derbarê mijarê de ev nivîs da, ″Hêzên rêjîma Baa li gundewarên başûrê parêzgeha Helebê herêmên di bin serweriya xwe de fireh kirin. Her wiha li gundewarên bajaroka Sincar a nêzî balafirgeha Ebû Dihûr di navbera hêzên rêjîmê û hêzên opozisyonê de şer derket. Hêzên opozisyonê dest danîn ser bajaroka Xiwîn û pêşveçûna ber bi gundê Til Mereq û depoyên genim ve domand.″

Erdogan gefên dagirkeriyê li Efrînê dixwe 

Li aliyekî din jî rojnameya El-Şerq El-Ewset di rûpela xwe de cih da gefxwarinên Erdogan û derbarê mijarê de ev nivîs da, ″Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan got ku eger şervanên YPG′ê di hefteyekê de xwe radestî hêzên Tirkiyeyê nekin, ew ê dest bi operasyoneke berfireh a paqijkirina Efrîn û Minbicê ji YPG′ê bikin.″

Di berbarê heman mijarê de rojnameya El-Heyat jî ev nivîs da, ″Bi daxuyaniyên Erdogan re hemwext, ji gundewarên Idlib û Helebê noqteyên şervanên YPG′ê yên li derdora bajarê Efrînê topbaran kirin.″

Rewşa Iraqê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset her wiha nivîsek li ser civîna di navbera hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê de da û wiha got, ″Şandeyeke payebilind ji Hikûmeta herêma Kurdisanê bi hikûmeta Bexdayê re civiya. Di civînê de mekanîzmeya rêvebirina balafirgeh û deriyên sînor ên herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Berdevkê Fermî yê Wezareta karê hundir a Iraqê Sed Men civîn erênî nirxand.″

 (mm)

ANHA