Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojevên rojnameyên ereba ên îro wiha ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên ereban di sernavên xwe yên îro de bal kişandin ser koçberkirina nijatî ya Sûriyê, bikaranîna çekên kîmyawî ya li Xanşûn a Idlibê, refuranduma Tirkiyê , rewşa Îraqê û serdana Wezîrê Parastinê yê Amarîka ji Erebistana Sûriyê re.

Li ser rewşa Sûriyê û koçberkirina nijatî ku di encama itîfaqa di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê pêk tê rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek bi sernavê “Buhayê koçberkirina şêniyên 4 bajaran,rizgarkirina dîlên Qeterê ne” avêt.Rojnameyê got ku di di êvara dawîkirina qonaxa yekem a koçberkirina nijatî ya 4 bajarokên Sûriyê paşperdeya bûyera ku Îran û Desteya Rizgarkirina Şamê li ser imzekirine diyar dibe. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di berdewama nivîsa xwe de wiha got: “Di dema koçberkirin hate kirin agahiya ku dîlên Qeterê yên li ÎRaqê hatibûn ravanin serbest hatin berdan.”

Rojnameya El-Zeman jî li ser rewşa Sûriyê sernavê ” Sûriyê: Zebedanî û Medaya yekem car ji çekdaran vala bûn e” avêt. Rojanemyê di nivîsa xwe de got ku roja çarşemê koçberkirina nijatî ku di herêmê hatibûn dorpêçkirî piştî 4 rojan ji ber êrîşa xwekujî  hatibû rawestandin, pêk hat” avêt. Rojaneiyê got ku di encama teqîna ku di encamê de 126 kesan ku hejmarek mezin zarok jî di nava de bûn, koçberên ku ji 2 bajarokên alîgirên rêjîmê dihatin koçberkirin pêk hat.”

Rojnameya El-Heyat têkildarî mijaêr sernavê “Hêzên rêjîmê derbasî Zebedanî bûn, bi sedan alîgirên wê Fûa û Kefreya berdan” avêt. Rojnameyê got ku duh xebatên mezintirîn koçberkirina nijatî ku dinavbera hêzên rêjîmê û opoziyonêa de li bajarokên Fûa û Kefreya û Zebedanî û Medaya pêk hat.”

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyê sernavê “Rêxistina qedexekirina çekên kîmyawî, tekez kir ku xaza sarîn di êrîşa Xan Şêxûn de hatiye bikar anîn” Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî roja çarşemê encama bermahiyên cihê êrîşa kîmyawî ku li SÛriyê pêk hat diyar kirin û got ku diyare ku xaza Sarîn a jî tiştekî wekî wêhatiye bikar anîn. Rojanameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku Wezîrê Derve yê Rûsiya bi WEzîrê Derve yê Firansa re bi telefonê axiviye û gotiye ku welatî wî li ser lêkolîn û lêpirsînê derabrê bûyera Xan Şêxûn bi israre.”

Rojnameyên ereban her wiha bal kişandin ser referanduma Tirkiyê jî. Rojnameya El-Heyat têkildarî mijarê sernavê “Komîteya Hilbijartinên qebûl nake ku encama refirandumê ibtal bike” Avêt. Rojnameyê got ku Komîteya Bilind a Hilbijartina Tirkiyê duh itîraza Partiyên Opozisyonê ya ibtalkirina endama hilbijartinan qebûl ne kiriye.”

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset li ser heman mijarê sernavê “CHP’ê gefa ku dê dosya hilbijartinê dewrî Dadegeha Ewropa bike, dixwe” avêt. Rojnameyê got ku ev daxuyaniya CHP’ê bersiva li ser ne qebûlkirina itîraza wan a li ser encamên hilbijartinan.

Rojnameya El-Heyat li ser daxuyaniyên Amarîka ya derbarê dosaya Nuklerî ya Îraqnê sernavê “Tramp peyamana bi Îranê re ji nû ve vedigerîne” avêt. Rojnameyê got ku Serokê Amarîka Tramp ji Meclîsa Ewlekarî ya Netewî ya Amarîka re xwest ku Itîfa nuklerî ya bi Îranê re ji nû ve lêkolîn bike û wiha dom kir: ” Rojaneyê got ku ji vê biryar Tramp diyar dike ku hîn helwesta wî derbarê Dosya Îranê de hîn ne zelale.

Rojnameya El-Qudis El-Erebî li ser rewşa Îraqê sernavê “El-Ebadî berê xwe didin dijberiya hêza Îranê ya di hindirê Îraqê de” Rojane dibêje ku Serokwezîrê Îraqê heyder El-Ebadî hemû hêz û enerjiya xwe dide amadekariya qonaxa nû ku dê li dijî hêza Îranê ya di Îraqê de pêk bîne.

Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye jî li ser rewşa Îraqê sernavê “Siniyên Îraqaê ji bo piştgiriya ereban hebûna Amarîka bikar tînin” avêt. Rojnameyê got ku Arêtşa Amarîka niha bûye riya herî bi ewle ya ji erebên sina yên Îraqê de, ev yek piştî ku salên dirêj di nava hewldanan de bûn ku hêza sine komî ser hev bikin. Rojanameyê da zanîn ku siniyên Îraqê dinerin ku tenê Amarîka dikare bi hêza destwerdana Îranê asteng bike.

Serdana Wezîrê Parstinê yê Amarîka ji Erebistana Siûdiyê jî wekî mijar di rojnameyên ereban de îro derket pêş. Rojnameya El-HEyat têkildarî mijarê sernavê “Têkiliyên parstinê di navbera Sûriyê û Amarîka têne xurtkirin” avêt. Rojnameyê got ku Erebistana Siûdiyê duh pêşwaziya Wezîrê parstinê yê Amarîka kir û got ku herdû welat dixwazin têkiliyên xwe yên dostaniyê di aliyê stratejîk de pêş bixin û ev yek dê herî zêde di aliyê parstinê de pêk were.

Rojnameya El-Ereb El-Lundiniye jî têkildarî mijarê sernavê “Îranê di Yemenê de dixwaze endama serdana Amarîka ji Siûdiyê re dorpêş bike” avêt.

(dc)