Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.02.2016

-Rêxistina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kobanê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tabloyên ku li ser riyên ketina Kobanê hatine dayîn, daleqîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya amadekar a çalakiyên 15’ê Sibatê li Kantona Kobanê bernameya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, eşkere kir. TEV-DEM hemû çalakiyên vê salê organîze dike. (BI WÊNE)

-Buhaya dermanan li Kantona Efrînê her diçe zêde dibe. Her wiha, ji ber dorpêçê gelek madeyên sereke yên jiyanî ji herêmê qut dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclîsa bajarê Amûdê, îro bi meşekê nerazîbûna xwe ji derxistina nûnerên gelê Kurd ji Cenevre-3 re dê nîşan bidin. Gelê bajarê Hesekê jî tevlî meşê dibe (11.00). Bi heman armancê TEV-DEM a bajarê Dirbêsiyê li bajar meşekê organîze dike (11.00). Dîsa bi heman armancê Meclîsa Gel a bajarê Serêkaniyê li stada “Şehîd Rustem Cûdî” daxuyaniyekê dide raya gîştî (15.00). (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê, ji bo şopandina rewşa welatiyên gund, danasîna Rêveberiya Xweseriyê û avakirina komînan, gundê Iwênan ê girêdayî Til Hemîs  serdan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, bi boneya dawîkirina dewreyeke perwerdekirina mamosteyan, Ii gundê Til Exder ê rojavayê Girê Spî şahiyekê organîze dike. 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Ji ber edetên neyînî yên civakê, bavê wê xwendin û perwerdeyê lê qedexe kir û ew di temenek biçûk de zewicand. Ji hevserê xwe jî rastî gelek zilmê hat. Niha jî piştî 62 saliya xwe dixwaze tevlê refên Hêzên Parastina Civakî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, bi dirûşmeya “Bi jina azad ber bi Sûriyeyeke demokratîk, roja 5’ê Sibatê konferansa xwe ya yekemîn lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Jin a Şaredariya Gel a bajaroka Zirgan, li mala gel a bajarok, semînerekê derbarê nexweşiyê jinan, şêwazên xweparastin û dermankirinê, semînerekê organîze dike. 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

– Kampaniyeya komkirina îmzeyan ji bo têkoşera Kurd Zeyneb Celaliyan li navçeyên Efrînê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîna Şehîd Avaşîn a gundê Qermanî heya niha 74 dozên gund çareser kir. Komîteyên komînê dewreyên tenduristiyê û perwerdeyê ji şêniyên gund re vekir. komîteya parastinê ya komînê jî gund diparêze. Her wiha komîteya wê ya xizmetê berpirsiyariya paqijkirina gund û peydakirina pêdiviyên welatiyan digire ser milê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî 4 salên zilm, welatiyên bajaroka Sirîn xwe bi xwe bi rêve dibin, saziyên xwe yên civakî û xizmetguzariyê ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Yekîtiya Werzîşa Demokratîk, 2.emîn konferansa xwe îro li dar dixe. Konferans li hola Şehîd Rûken a Efrînê tê lidarxistin. 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA