Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojnamavanê Lubnanî: Erdogan bi dînbûna ezametê ketiye

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamavanê Lubnanî fadî Aakûm got ku Erdgoan bûye yek ji sembolên dîktatoriya nûye û destnîşan kir ku Erdogan bi nexweşiya dînbûna mehrîvaniyê (Dînbûna ezametê) û xwe wekî rêveberê ku tu carî têk naçe dibîne. Aakûm, da zanîn ku siyasetên Erdogan dê li Tirkiyê buhareke Tirkî li dijî Erdogan pêk bîne.

Rojnamavanê Lubnanî  û Serokê Edîtorên Rojnameya Sewt El-Hur Fadî Aakûm têkildarî rewşa li Tirkiyê û giritina siyasetmedarên kurd li Bakur pirsên ANHAʹyê bersivand.

*Hûn girtina hevserok û parlamterên HDPʹê çawa dinirxînin?

Bê rêziyeke ku li pişt wê bê rêzî nine. Herî kêm bi van gotinan ez dikarin hemeleya erdgoan a binçavkirinên parlemanterên HDPʹê bînim ziman. Erdogan roj li pişt rojê isbat dike ku ew yek ji sembolên dîktatoriya nûjne , berjewendiyên netewî yên Tirkan li ser pêkhatyên din digre. Di rewşa niha de neteweya kurd hedef hatiye giritin, neteweya kurd ku di dîroka xwe de wekî opozisyon di Tirkiyê de têdikoşin. Tişta aloziyê kûrtir dike jî gelek xetên siyasî yên ereban li pişt siyaseta Erdogan a dictator diçin û Erdogan wekî sembolekî islamê di herêmê de dihsibînin. Di nerîna min de demek dirêj derbas nabe, dê Erdogan li alîgirên xwe yên ereb biqlipe û li dijî wan jî derkeve. Heta wê demê dê ziyan mestir bûbe û dê di navbera ereb û tirkan de parçebûneke mezin derketibe. WÊ demê dê derketina li dijî dagirkeriya Tirkiyê gelek zehmet be.

Di vê demê de Erdogan diyare ku dînbûna ezametê jiyan dike. Kî bi vî rengî li Arêtşa xwe dide bi vî rengî. Piştî wê jî dest bi şerekî mezin li dijî kurdan dike. Bê guman ev bi dînûna ezametî ketiye, di nerîna wî de ew bûye hakimê tu carî têk naçe. Ev yek dê bibe destpêka riya tunebûna hêvî û daxwazên wî. Ev yek jî dê bi tekoşîna kurdan ne tenê li Tirkiyê lê belê li Sûriyê, Îraq û Îranê jî d pêk were. Bi vê yekê qiralê zalim wê xwe li ber sîwaneke mezin bibîne, nikare xwe jê xilas bike. Tenê wê riya wî ya xelasiyê paş de gavavêtin be.

*Di nerîna we de armanca Erdogan ji girtinan çiye?

Erdgoan û siyasetên wî yên ehmeqane ku di herêmê de têne kirin, di bin gelek armancan de pêk tê. Bi vê yekê girtina parlemanteran di bin gelek armancan de pêk tê. JI aliyekî ve Erdgoan dixwaze peyamekê ji gelê Tirkiêy re bişîne û wan bixe bin sîwana îradeya xwe de. Ji aliyê din ve jî beşarbûna kurdan di parlematerê de dê mafê parstinê bide wan. Ev yek dibe ku di çarçoveya tevgerke mezin di herêmê de pêk hatibe.

Di heman demê de Erdogan dixwaze zextê li hêzên kurd ên şoreger bike, her wiha zexetê li kurdên SÛriyê jî bike, da ku daxwazên wî yên beşdarbûna di hemleya rizgarkirina Reqayê de bike. Bi vê yekê dê DAIŞʹê û endamên wî yên şandibû SÛriyê û Ewropa rizgar bike.

*Di kîjan welatên cîhanê de dibe ku parlemaneterên ku parastîne bêne giritin?

Endamên parlameteran Ii kîjan welatî bibin bela bibin, ne li ser qanûnane, lê belê yasayên qanûnî wan jî wekî hemalatî digire dest. Li serî vî esasî giritina parlemanteran nabe di bin zextên siyasî yên bê serûber bêne kirin. Tevlî qanûnên heyî, lê ev yek girêdayî pirotokolên siyasî yên hindirin e. Sedema serkeke ya qanûnî ku pêk anîne, ew ku parlemanteran serana sersaxiyê ya şervanên qehreman ên di şerê Artêşa Erdgoan de jiyana xwe ji dest dane ye. Ev yek ne li gorî yasayane, lê belê girtina wan di çarçoveya desthiladariyê de pêk hatiye.

*Di vê demê de ji hêzên demokratîk derbarê rewşa siyasî ya li Tiriyê tê xwestin?

Pêwîstî bi sekneke yekbûyî ya bi hêz heye, pêwîste hemû hêzên demokratîk ên cîhanê li dijî siyasetên Tirkiyê yên ne rastî li Tirkiyê, Îraq û Sûriyê derkevin. Pêwîst riwê rast ê Erdogan di riya hemelyên ragîhandinê de bê eşkerekirin. Di heman demê de piştgiriya Erdogan ji komên çete û terorist re bêne eşkerekirin. Di serî de jî divê zulm û zordariya li dijî gelê kurd li Tiriyê bê eşkerekirin. Di heman demê de li dijî destwerdana leşkerî ya di xaka Sûriyê de jî divê xebatên çapemeniyê bêne meşandin. Piştgiriya Tirkiyê ji komên çete û terorist ên li SÛriyê şer dikin jî dive bêne eşkerekirin. Ji Sûriyê çeteyên Erdogan piştigirya wan dikirin, derbasî Ewropa dibûn, Tirkiyê bû çavkaniya serke ya derxistina teroristan ya ber bi Ewropa ve. Hemleyên eşkerekirina van mijaran heger hate kirin, dê siyaseta Erdgoan eşkere bike û dê bibe cihê zextê ya li ser Erdgoan û hikûmeta wî.

*Di berîna we de rewş li Tirkiyê dê ber bi ku ve here?

Desthiladarên Tirkiyê û hin partiyên ereb ên piştigirya wan dikin, dibêjin qey wê rewşa Tirkiyê aram be û dê tu carî li hev nekeve. Na rewşa heyî li dijî vê yekê ye. Tikriyê û ji ber dîktatoriya Erdgoan bûye wekî agirê di bin ariyê de. Ev yek ne tenê gelê kurd eleqedar dike, lê belê bandore li hemû pêkhateyên Tirkiyê dike. Ev herî zêde dê bandore li derdorên ku Artêşa Tirkiyê wekî xeta xwe ya sor digirin destê bike. Niha bê aramî û tirs di nava gelek aliyê Tirkiyê de çêbûye, xezeba Tikran li ser vê yekê di hundir de zêde bû ye. Tiştê ji koçberên SÛriyê re hatiye pêşkêşkirin, li ser vê yekê zêde bû ye. Ne dûre ku em buhara Tirkiyê ku Erdogan û tîma wî ya rêvberiyê ji ser dika desthiladariyê bavêje bibînin.

(dc)

ANHA