Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojnamevan dikarin bê astengî hibijartinan bişopînin

QAMIŞLO– YRA‘yê ji bo hêsankirina şopandina xebatên hilbijartinên hevserokên komînan ku dê di 22‘ê îlonê de bêne lidarxisitn, kartên ragihandinê li rojnamnevanên bixwazin hilbijartinan bişopînin, belav kir.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi hevkariya Komseriya Bilaind a Hilbijartinan, bi armanca ku rojnamevan bêyî astengî derkeve û xebatên hilbijartinan bişopînin, kartên ragihandinê li rojnamevanan û nûnerên saziyên ragihandinê belav dike.

Hevserokatiya Yekîtiya Ragihandina Azad bang li rojnamevanan û nûnerên saziyê ragihandinê kir ku kartan ji navenda Yekîtiya Ragihandina Azad a bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê bigirin. Kartên ku dê li rojnamavanan werin belavkirin ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinan ve hatine amadekirin.

(bb)

ANHA