Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojnamevanên Filistînî: Îşkencekirina cenazeyê şervana jin kiryarekî hov e

MUSTEFA EL-DEHDÛH

XEZA – Rojnamevanên jin ên Filistînî destdirêjiya li ser cenazeyê şervana YPJ‘ê ji aliyê terorîstên Tirkiyê ve wekî kiryarekî hovane û dûrî mirovahî û ola Îslamê bi nav kirin.FIDA

Berxwedan û têkoşîna jin kurd a li hemberî terorê li tevahî cîhanê deng vedaye. Li Efrînê jî şervanên YPJ‘ê ji bo parastina xaka xwe ji terora dewleta Tirkiyê destaneyên lehengiyê dinîvisînin. Komên terorîstên yên girêdayî Tirkiyê ku li hemberî berxwedaniya şervanên YPJ‘ê derbeyên mezin dixun destdirêjî li ser cenazeya şervaneke jin kirin, ev yek bû cihê nerazîbûnê çêkirin.

Rojnamevanên jin ên Filistînî jî derbarê vê bûyerê de nêrînên û nerazbûnên xwe anîn ziman.

Fîda Heles dibêje ku beşdarûbna jinê di qadên leşkerî de cihê serbilindahiyê ye ku parastina mafê xwe bike û wiha anî ziman, “Ez cûdahî di navbera jina Kurd û ya Filistînî de nabînim, taybetmendiyên hevpar hene, ji ber ku herdû jî sedemên beşdarbûna wan a nava refên şer de hene, herdû jî ji bo doza xwe şer dikin.”

Fîda Heles bal kişand ser îşkencekirina cenazeyê şervana YPJ‘ê û ev tişt got, “destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk li ser cenazeyê şervaneke Kurd a ku parastina mafê xwe dikir, sûcekî ne mirovî ye û ne exlaqî ye, ji talîmatên îsalamê dûr e. Kiryarekî hov e.”RONDA

Rewend El-Teter jî piştgiriya jin şerker kir û wiha axivî, ″Jinê rola xwe di qadên şer de îsbat kir û baweriya wê bi hêza wê heye ku dikare welatê xwe rizgar bike û biparêze.″

Rewend anî ziman ku dema ew şervaneke jin kurd dibîne anî jî di nûçeyan de dibhîze, hîs dike ku jinên mîna wan kêm in û wiha dom kir “Beriya demekê min temaşe dikir, hejmareke jinên şervan dewreya perwerdeyê bi dawî dikirin, rastî dewreya wan di asta jor de bûn, lê mixabin şopandin lewaz bû. Min di çavên wan de dît ku ew baş dizanin çi dikin û amade ne her tiştî bikin.”

Rojnamevan behsa îşkencekirina cenazeya şervana jin got”Ev kiryar ne mirovî ye, hovane ye.”

(bb)

ANHA