Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rojnameyên ereban îro çi dibêjin?

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên Rûsiya li gundên Dêrazorê sivîlan hedef girtin. Di encama topbaranê de 20 zarok jî di nav de 50 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rêjîmê jî herêma Xûta Rojhilat a şamê topbaran kir û gefa ku dê bargeha Îranê ya li başûrê Şamê hedef bike da. Nakokiya di navbera hikûneta Îraqê û Başûrê Kurdistanê, ev mijarên sereke yên rojnameyên ereban ên vê sibê bûn.

Şervanên QSDê bajaroka Bisêre rizgar kirin

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser şerê li Sûriyê. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê “Hêzên QSD’ê bajaroka El-Bisêre bidest xist û hebûna xwe li rojhilatê Firatê xurtir dike” avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD’ê bajaroka El-Bisêre ya Dêrazorê bidest xwist û bi vê yekê hebûna xwe ya li rojhilatê Çemê Firatê bihêz kir. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: “QSD’ê bajaroka El-Bisêra ye dikeve 33 kîlometreyan rojhilatê bajarê Dêrazorê. Girtina bajar piştî şerekî dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re pêk hat.  Ev pêşketin rê dide ku QSD’ê tevahiya rojhilatê Çemê Firatê bidest bixe.”

Balafirên Rûsiya bi dehan zarok kuştin

Rojnemeya El-Qudis El-Erebî derbarê şerê li Sûriyê de her wiha sernavê “Sûriya: balafirên şer ên Rûsiya bi dehan zarok qetil kirin…..Şerê li ser Ebû Kemal dijwar bûye” û nivîsa xwe wiha dom kir: “Balafirên Rûsiya 2 kampên koçberan ên li rojhilatê Sûriyê bomebebaran kirin. balafirên Rûsiya û yên rêjîmê her wiha gundên girêdayî Bûkemal a Dêrazrê bomebebaran kirin. Di encama bombebarana hêzên rêjîmê 20 zarok di nava de bi giştî 50 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Malpera navenda Mafê Mirovan a Sûriyê (Mersed Sûrî) derbarê mijarê de got ku balafirên Sûriya deverên ku welatiyên ji ber DAIŞ’ê koçber bûne hedef girtin.”

Xûta hate  topbarankirin

Rojnameya El-Heyat derbarê rewşa Sûriyê sernavê “Topbarna li ser Xûta ya Şamê… LI benda derbasbûna alîkariyên mirovîye” aêvt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên rêjîmê bajarê Erbîn ku di bin dagirkiriya  çekdarên Feyleq El-rehman de ye topbaran kirin û wiha dom kir: “Rêjîmê her wiha taxa Cober a Şamê jî topbaran kir. Balafiran 5 dever li bomebaran kirin. Şêniyên taxên li bendê ne ku alîkariyên mirovî derbasî taxên werin kirin. Tê payîn ku kemyonên barkirî derbasî bajarê Dûma ya Şamê bibin. Bajarê Dûma ya Şamê di bin destê çekdarên Ceyş El-Islam de ye.”

Îsraîl gefa li Bargeha Îranê dixwe

Derbarê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Şeriq El-Ewset bal kişand ser bargeha Îranê ya li Sûriyê û gefên Îsraîlê yên derbaêr vê bargehê de. Rojnameyê derbarê mijaêr de sernavê “Îsrarîl gefan li bargeha Îranê ya li Sûriyê dixwe avêt” rojnameyê got ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê  Efîgdor Lbirman gef li Îranê xwar û got ku Îsrar dê bersiva da Îranê û got ku ew ê besiva hemû binpêkirinên li ser sînor Îsraîlê bidin. Lbirman her wiha ji Serokê Sûriyê Beşdar El-Esed xwest ku sînorekî ji hemû hêzên li Sûriyê kar dike û destnîşan kir ku Îsraîl wê rê nede xeta Şîaa li herêma pêş bikeve.”

Îraq danûstendinan bi Herêma Kurdistanê re qebûl nake

Rojnameya El-heyat derbarê rewşa Îraqê jî sernavê “Îraq danûstendina siyasî ya bi kurdan re qebûl nake” avêt. Rojnameyê derbaêr nivîsê de wiha got: “Derbarê mijarê de rojnameyê ev tişt anî ziman: “Tê payîn ku aloziya di navbera hikûmeta Îraqê û Kurdistanê de rewşa xwe derbas bike. DYA’yê zexetê li herdû aliyan dike da ku danûstinan pêk bînin. Hikûmeta Herêma dixwaze şandeyeke danûstendinan bişîne Bexdayê, lê hikûmeta Îraqê  hikûmeta Îraqê bi israr li ser ya xwe maye û dixwaze ku Erbîl (Hewlêr) encama referandumê ibtal bike û paşê danûstendin destpê bike.”

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbaêr mijaêr de got ku Partiyên kurdî beriya danûstendinan xwe komî ser hev dikin” Rojnameyê destnîşan kir ku partiyên kurdî demê qezenc dikin da ku demê qezenc bikin.”

Rewşa Lubanê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubanê de sernavê gotinên Serokwezîrê Lubanê yê istîfa kir Seed El-Herîrî de sernavê “El-Herîrî…. Ez ê vegerim… Min istîfa xwe bi destê xwe nivîsand” avêt. Rojaneyê got ku Seed El-Herîrî di hevdîtina xwe ya li gel televizyonê de got ku wî istîfa xwe bi destê xwe nivîsandiye û destnîşa kir ku ew ê di demeke nêzîk de vegere Lubanê.

(dc)