Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola ciwanên Ereb di hilbijartinan de hat şîrovekirin

ŞAHBA – TEV-DEM′ê bi ciwanên Ereb re civiya û rola wan di hilbijartinên komînan re, şîrove kir.ADIL FERASIN

Civîn li gundê Kefer Nasih ê girêdayî navçeya Ehrez a Kantona Şahbayê bi beşdariya bi dehan ciwanên Ereb ên herêmê, Endamê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şahbayê Hisên Welo, koodînerê YCRR′ê Deniz Amed û Endamên Tevgera Ciwanên Ereb, hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Ereb Adil Feraşîn axivî, rewşa Bakurê Sûriyê nirxand û bal kişand ser rola pêşeng a ciwanan di hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê de.

Endama koordînasyona YCR′ê Deniz Amed jî anî ziman ku komîn bingeha parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin û got ku dê ciwan bi dengê xwe çarenûseya xwe diyar bikin.

Her wiha Endamê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şahbayê Hisên Welo jî destnîşan kir  ku mekanîzmeya pêkanîna hilbijartinan şîrove kir.

Civîn bi gerandina govendê bi dawî bû.

(mm)

ANHA

SEHBA-CIVINA-CIWANA-JI-BO-PESGIRIYA-HILBIJARTINA ‫(1)‬ HISEN WILO