Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola Helebê di şoreşa 19′ê Tîrmehê de

DOSYA

SOZDAR WEQAS – SILÊMAN EHMED

HELEB – Bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyê yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye. Ev bajar bû qada şerê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî û buhaya herî mezin a aloziya Sûriyê li vir hat dayîn. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd jî di çarçoveya parastina rewa de, taxa xwe parastin.HELAB-BASARI-HELAB ‫(147128838)‬ ‫‬

Li bajarê Helebê ku yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye, şûnwarên beriya zayînê hatin dîtin. Helebê di sedsala 18′emîn beriya zayînê de paytexta memleketa Yemhad bû û bandoreke wê ya siyasî û aborî hebû. Di serdema Hêlînî de jî wekî girîngtirîn navendên bazirganiyê dihate nasîn.

Di sala 636′an piştî zayînê Erebên misilman dest danîn ser bajêr û piştî 80 salî di dema xelîfe Silêman Bin Ebdumelik de mizgefta wê ya mezin hat avakirin. Her wiha di sedsala 10′emîn piştî zayînê de jî bû paytexta dewleta Hemdanî. Piştî vê demê di navbera Bêzentî, Selîbî, Fatimî û Selacîqa de şer rû da û her aliyekî hewl dida bajar û herêmên derdorê bixe bin serweriya xwe.

Di sedsala 13′emîn de jî Eûbiyan  dest danîn ser bajar. Lê di sala 1260′an de piştî êrîşên Mexûl, hukmê Eûbiyan bi dawî bû. HELAB-BASARI-HELAB ‫(147128834)‬ ‫‬Bajar di sala 1400′an piştî zayînê de ji ber êrîşa ku bi fermandariya Teymûrlink pêk hat, gelek ziyan û rûxandin dît. Her wiha di sala 1516′an de jî bû parçeyek ji emperetoriya Osmanî û bû navenda wîlayetê. Li aliyekî din jî bû navenda bazirganiya di navbera Rojhilata Navîn û Ewrûpayê de.

Di dawiya sedsala 18′emîn de jî dema ku Birîtaniya û Fransayê sînorê dewleta Sûriyê ya nû diyar kirin, rola Helebê ya bazirganî sînordar bû. Piştî serxwebûna Sûriyê, bajarê Helebê bû navenda pîşesaziyê û di sala 2005′an de hejmara şêniyên wê ji 3 hezarî gihîşt 2 milyonî.

Piraniya şêniyên Helebê yên Kurd, Ereb û Tirkmen ji similmanên Sinnê ne. Her wiha li bajar gelek şêniyên Suryan û Ermen  û mezhebên Şiyî û Elewî jî dijîn. HELAB-BASARI-HELAB ‫(147128836)‬ ‫‬

Di darbeya ya ku di sala 163′an de pêk hat (ku wekî şoreşa 8′ê Adarê) Partiya Baas hukmê rêvebirina Sûriyê bi dest xist, kembera Erebî li ser gelê Kurd ê Sûriyê ferz kir û koçberiya ji gundewanan ber bi bajar ve dest pê kir. Di vê demê gelê Kurd ji Kantona Efrînê, Kobanê û herêmên Şahbayê ji bo debara jiyanê koçî bajarê Helebê kirin.

Kurd li taxên Eşrefiyê, Şêx Meqsûd (Şerqî, Xerbî û Marûf), Suryan, Biêdîn, HELAB-BASARI-HELAB ‫(147128837)‬ ‫‬Hulok, Heyderiyê, Bustan Başa, Seken Şebabî yên Helebê bi cih bûn.

Di sala yekem a serhildana li dijî rêjîma Baas de, li bajarê Helebê tu meş nedihatin lidarxistin. Lê di sala 2012′an de dema ku komên çete êrîşî hêzên rêjîmê kirin, bû qada şer. Ji ber vê yekê bajarê Helebê bû du beş ( beşek di destê hêzên rêjîmê de û beşek jî di destê komên çete de bû) û rojane di navbera wan e pevçûn rû didan.

Di Tîrmeha sala 2012′an de komên çete li hember hêzên rêjîmê serkeftin bi dest xistin û dest danîn ser taxên bakur rojhilat, başûr û rojavayê bajêr. Di dawiya sala 2013′an de jî hêzên rêjîmê û alîgirên wê bi dijwarî herêmên di destê komên çete topbaran dikirin. Di encamê de bi hezaran sivîl bûn qurbanî.

Komên çete yên ku ji aliyê AKP′ê ve têne destekirin hewl didin serweriya xwe li ser tevahî bajarê Helebê ferz bikin, lê hemû hewldanên wan têk çûn. Di mijdara sala 2016′an de jî hêzên rêjîmê û alîgirên wê li dijî taxên rojhilatê Helebê dest bi operasyona leşkerî ya dawî kirin. Piştre AKP′ê taxên di bin serweriya komên çete de, radestî hêzên rêjîmê kir.HELAB-BASARI-HELAB ‫(147128839)‬ ‫‬

Rola Kurdan di Helebê de

Kurd herî zêde li taxa Şêxmeqsûd bi cih dibûn û bû meqseda hemû partiyên siyasî, siyasetmedar û tevgerên Kurdî. Li taxê ji ber kiryarên rêjîma Baas, xebatên siyasî bi awayekî veşartî dihatin meşandin.

Ji ber hejmara mezin a gelê Kurd taxa Şêxmeqsûd bibû navenda meş û serhildana li dijî rêjîma Baas û salane çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên rêjîmê ve dihatin girtin. Di destpêka salên 80′î de bi sedan ciwan (di nav de têkoşerê Ezîz Ereb jî) tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn.HELAB-BASARI-HELAB ‫(1)‬ ‫‬

Di 15′ê Sibata sala 2001′ê de li taxê yekem xwepêşandana li dijî rêjîma Baas hat lidarxistin û salane cejnên netewî yên Kurdî dihatin pîrozkirin. Her wiha di serhildana ku sala 2004′an li bajarê Qamişlo de, şêniyên taxê bêhelwest neman, li hember rêjîma Baas serî hildan û di encama pevçûnên di navbera wan û hêzên rêjîmê de, hejmarek sivîl bûn qurbanî û bi sedan ciwanên Kurd hatin girtin.

Gelê taxê bi hêz û Îsrara xwe têkoşîn û berxwedana xwe domandin, da armancên doza Kurdî bi dest bixin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re jî yekem xwepêşandana ku li taxê hat lidarxistin di sala 2011′an de bû.

Mafê parastina rewaHELAB-BASARI-HELAB ‫(1)‬

Bi destpêkirina şoreşa 19′ê Tîrmehê (ku li Bakurê Sûriyê wekî şoreşa Rojava tê binavkirin) piştî rizgarkirina Kantonên Efrîn û Kobanê ji rêjîma Baas, taxa Şêxmeqsûd jî rêjîmê hat rizgarkirin.

Şêniyên taxê li hember hemû êrîşên rêjîmê û komên çete li ber xwe dan û taxa xwe parastin. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: ″Bi rastî di xwezayê de tu zindiyek bê xweparastin nîne. Her zindiyek hebûna xwe diparêze. Dîroka pêşxistina xweparastinê, aliyek ji dîroka mirovahiyê ye.″

Gelê taxê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê li hember hemû êrîşan xwe parastin, beşdarî dewreyên fêrbûna çekê bûn, ekîpên biçûk ava kirin û piştgiriya hêzên ku taxê diparêzin, kirin. Piştî ku ji sedî 50 ji şêniyên taxê fêrî bikaranîna çekê bûn, tabûrên YPG/YPJ′ê hatin ragihandin.

Li aliyekî din jî şêniyên taxê bi riya Sazî û Meclîsan ku ji aliyê TEV-DEM′ê û Kongreya Star ve hatin avakirin, xwe birêxistin kirin.

Di sala 2011′an de li taxê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hat avakirin. Her wiha çayxaneya ku ji aliyê Hunermend Cemîl Horo ve di salên 80′î de hat vekirin, bû navenda kombûna siyasetmedar û hunermendên Kurd.

(mm)

AHHA