Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola jinan hate nîqaşkirin

DÊRIK – Kongreya Star bi armanca nîqaşkirina rola jinan di nava şoreşa Rojava de û xebatên xwerêxistinkirina jinan, civînek li gundê Kelhî ya Dêrikê lidar xist.DRK-CIVINA-JINEN-KELHE ‫(1)‬

Di civîna ku bi beşdarbûna dehan jinan hate lidarxistin, geşedanên dawî û rewşa jinan hate nîqaşkirin. Di civîna ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endama Kongira Star Gulîstan Osman axivî û di serî de tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abduah Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kir ûgot ku desthiladariya Tiriyê hewl dide bi riya tecrîdê destkeftiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê her çar perçên Kurdistanê tune bike.

Gulîstan  Osman her wiha  cejna vejînê 15ʹê Tebaxê jî bibîr anî û got ku şoreşa Rojava berdewama berxwedaniya 15 tebaxê û ev tişt anî ziman: ʺJinê di şoreşa Rojava de jî anî ziman cîhanê re isbat kir ku ew xwedî îradeyeke xurte.ʺ

Piştî axaftina Gulîstan Osman bi dawî bû, beşdaran rola jinan û pêşistina wê bi awayekî b erfireh nîqaş kirin. Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(mh)

ANHA