Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola jinê di hilbijartinên Federaliyê de hat şîrovekirin

Dîmen

QAMIŞLO – Komîteya Têkîliyên Giştî ya TEV-DEM′ê ji bo şîrovekirina rola jinê di hilbijartinên Federaliyê de, civînek li dar xist.QAM-JIVEN-JIN-JI- BO-FEDRALITI ‫(272892419)‬ ‫‬

Civîn li salona Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan jinan, nûnerên jin ên Desteya Têkîliyên Derve, Kongreya Star, YPJ′ê û Hêzên Asayîşê, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, hat lidarxistin.

Civîn b rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif bal kişand ser rola jinê di şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê û hilbijartinên Federaliyê de. Hediye destnîşan kir ku jinê di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de hebûna xwe îsbat kiriye.

Hediye di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku divê têkoşîna li hember kesên zagonên jinê û wekheviya di navbera jin û mêr de qebûl nakin, bidome. Hediye di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinên Federaliyê bibin.QAM-JIVEN-JIN-JI- BO-FEDRALITI ‫(272892421)‬ ‫‬

Piştre jinan çawaniya aktîfkirina beşdariya jinê di hilbijartinên Federaliyê de nîqaş kirin.

Her wiha jina bi navê Nûra Hisên a bajaroka Holê û Sekîne Xilêf a ji herêma çiyayê Kizwanan gotin ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan mafên jinê vegerandin. Her wiha diyar kirin ku şoreşa Rojava derfet li pêşiya jinê vekir (taybet jina Ereb) ku hêza xwe nîşan bide.

Nûra û Sekîne anîne ziman ku beriya şoreşê jina Ereb nikarîbû ji malê derketiba û dawiyê de soza domandina têkoşonê dan.

Di dawiya civînê de bang li jinan hat kirin ku beşdarî hilbijartinên Federaliyê bibin, da pêşeroja xwe û ya welatê xwe ava bike.

(mm)

ANHA