Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola mamosteyan di hilbijartinan de hate vegotin

EFRÎN – Komseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Efrînê erka mamosteyan di roja hilbijartinan de, ji mamosteyan re vegot.EFRIN-CIVEN-JI-BO-SONXERNA-MEMOSTAN (6)

Komseriya Bilind a Hilbijartinan bi kordîneya bi Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve, bi mamosteyên ji gelê Kurd û Ereb ên navenda kantona Efrînê, navçeya Şera, Şêrawa û  Bilbilê re, civiya.

Di civîna ku li eywana navenda kantonê de hate lidarxistin, Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li herêma Efrînê Rohilat Arif û Hevseroka Komseriya Bilind  a Hilbijartinan Nesrîn El-Ebîd amade, bûn.

Di destpêka civînê de, Endama Komseriya  Bilind a Hibijartinan Roşîn Hedo anî ziman ku li her navendekê hilbijartinan wê komîteyek ji 5 mamosteyan  hebê  û ew ê hilbijartinan bi rêve bibin.EFRIN-CIVEN-JI-BO-SONXERNA-MEMOSTAN (5)

Roşîn di berdewamiya axaftina xwe de, erkên komîteyê bi awayekî berfireh şirove kir.

Piştî ku rola mamosteyan hate vegotin, mamosteyan sond xwarin ku ew ê bi erka xwe rabin.

Her wiha Arif  Rohilat derbarê rola mamosteyan di serxistina hilbijartinan de axivî û giringiya hilijartinan vegot.

Civîn bi dûrişmeya bi dilsoziya bi şehîdan re  bi dawî bû.

(kc)

ANHA