Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rola rewşenbîran di Şoreşa Rojava de bû mijara semînerê

GIRKÊ LEGÊ – Rewşenbîrên herêma Girkê legê rola rewşenbîran di Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê di nîqaş kirin.GIRKE-CIVINA-REWSENBIRA-LI-SER-SORESE ‫(1)‬

Şaxê Girkê Legê ya Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê semînerek li ser rola rewşenbîran di Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê lidar xistin. Di semînerên de rola rewşenbîr û karê wan di nava şoreşê de hate nirxandin. Bi dehan rewşenbîrên kurd, suryanî û ereb beşdarî semînerê bûn.

Semînera ku li  navenda Komeleya Çandê ya Surynaiyan hate lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Revebirê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Girkê Legê Sebîh Ehmed axivî û behsa rola rewşenbîran di şoreşên civakî de anî ziman û mînakên wê yê dîrokî anî ziman.

Ehmed bang li hemû rewşenbîran kir ku  ji bo xizmeta gelê xwe karê fikrî pêk bînin û dûrî berjewendiyên partîtî û kesayetî bikevin.

Semîner bi nîqaşan dewam kir. Di nîqaşan de herî zêde mijara rewşenbîr çawa karibe rola xwe ya pêşeng di demên şoreşê de pêk bînin.

(bx/dc)

ANHA

GIRKE-CIVINA-REWSENBIRA-LI-SER-SORESE ‫(119800322)‬ ‫‬ GIRKE-CIVINA-REWSENBIRA-LI-SER-SORESE ‫(119800321)‬ ‫‬