Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rûsipiyên Êla El-Bobene derbarê Cinêv, Astana û Sochi çi dibêjin?

Dîmen

CEEFER CAFO – NARÎN EMÎN

EFRÎN – Rûsipiyên Êla El-Bobene ya Ereb, civînên danûstandinan wek Cinêv, Asatana û Sochi bi rêze filmên dirama yên pêkenok bi nav kirin û gotin ku gel dixapînin. Rûsipiyan anîn ziman ku nebeşdarbûna nûnerên gelên Bakurê Sûriyê dê çarenûsa wan civanan ne serkeftî bin.

Di navbera aliyên îdîa dikin ku li çareseriyên aloziya Sûriyê digerin de rêze civîn lidar dikevin. Lê rastiya li ser rûyê erdê berovajî ye, şer her ku diçe li herêmê zêde dibe û her aliyek hewl dide berjewendiyên xwe yên kesayetî bi cih bîne.SERIF CEMO

Derbarê mijarê de, rûspiyên Êla El-Bobene ya Ereb ên kantona Efrînê ji ajnasa me (ANHA) re axivîn.

Şerîf Cimo ku yek ji rûspiyên Êla El-Bobene ye û di heman demê de Endamê Meclîsa Zagonsaz e, civînên wek danûstandinên Cinêv û Astanayê wek rêze fîlmên dirama yên pêkenok bi nav kir û got ku qaş di bin navê wan civînan de aloziya Sûriyê çareser dikin û got:ʺLê her tim ew civîn bê encam bi dawî dibûn, ev yek jî tê wateya ku aliyên beşdar dibin naxwazin aloziya Sûriyê werê çareserkirin.ʺ

Cimo axaftina xwe wiha domand:ʺDi demekê de ku jiyaneke hevbeş û aram di nava pêkhateyên Bakurê Sûriyê de, di bin sîwana rêveberiyeke hevbeş li gorî hemû netewan serwer e, hin aliyên dijberên ramana demokratîk hewl didin ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê ji beşdariya wan civînan dûr bixin. Ji ber ku tekez beşdarbûna wan a bi ramana demokratîk dê çareseriyên guncaw ji bo herêmê werin peydakirin.ʺ

Ebdo El-Muxtar ê heman êlê jî têkildarî mijarê wiha got:ʺCivînên ku têne lidarxistin qaşo bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê tenê ew civîn nav têne guhartin û hejmara wan zêde dibe. Ji ber vê yekê jî tu encam ji wan civînan dernakeve. Heta ku ew alî beşdarbûna pêkhateyên Bakurê Sûriyê dûrî civînên ji bo Sûriyê têne lidarxistin dixin, dê çarenûsa wan danûstandinan ne serkeftî be.ʺEBDO EL-MIXTAR

El-Muxtar di axaftina xwe de, daxwaz ji civaka navnetewî yê banga çaraseriya aloziya Sûriyê dikin  kir ku ji bo aliyên beşdarî civînan bibin çareke din lêvegerekê di nerîna xwe de pêk bînin û destnîşan kir ku beşdarbûna pêkhateyên Bakurê Sûrikyê di civînan de girîng e. El-Muxtar got ku gelên Bakurê Sûriyê di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk de gelek destkeftî bidest xistin û hebûna xwe îsbat kirin.ʺ

(rr/kc)

ANHA