Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rûsiya dixwaze ji nakokiyên Îran û Amarîka sûd werbigre

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Îranê Hesen Rûhanî serdana Serokê Rûsiya ya ji Îranê re wekî serdana pêşxistina têkiliyan a di navbera Rûsiya û Îranê binav kir. Çavdêran jî derbaêr serdanê de gotin ku Rûsiya dixwaze ji nakokiyên di navbera Îran û Amarîka sûd werbigre.

Serokê Rûsiya duh serdana Îranê kir. Di hevdîtina bi serokê Îranê re dosa noklerî ya Îranê, dosya Sûriyê û pêşxistina têkiliyên aborî ya di navbera herdû welatan de nîqaş kirin.

Ajansa Supting debraêr mijarê de li ser ziman êsaziyên çapemeniyê ya Rûsiya got ku Pûtîn piştî zextên zêde yên Amarîka ku li ser Îranê pêk tên serdana Îranê kiriye.

Çavkanî û psporên stratejîk destnîşan kirin ku Serokê Amarîka nêzîkatiya di mesafeya Rûsiya û Îranê kêm kiriye û helwesta wan a derbarê Sûriyê de nêzîkî hev kirine.

Rûsiya beriya niha diyar kirk u ew amadene piştgiriya berjewendiyên Îranê ya li Sûriyê bikin.

(dc)