Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Rûsya dixwaze xwe wekî xwediyê biryaran di aloziya Sûriyeyê de nîşan bide’

Dîmen

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN-Endamê Meclîsa PYD’ê Şêxmos Ehmed diyar kir ku Tirkiyeyê hewl dide bi riya dagirkeriya Bakurê Sûriyî û Idlibê projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser û Federaliya Demokratîk ku ji aliyê gelên Bakurê Sûriyayê ve hatiye pêşandan, rawestîne û da zanîn ku armanca Rûsya ya ji civîna Sotşî jî ew e ku xwe weke xwediyê biryara dawîkirina di aloziya Sûriyê de nîşan bide.

Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêxmos Ehmed debarê geşedanên dawî û pîlanên dewleta Tirk a li ser Sûriyê û civîna Sotşî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re re axivî û diyar kir qonaxa niha herêm di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û wiha got: “Niha qonaxeke nû dest pê kiriye.  Bi taybet piştî ku paytexta çeteyên DAIŞ’ê (bajarê Reqa) hate rizgarkirin. Piraniya êrîşên li dijî Sûriyê û bi taybet ên li Bakurê Sûriyeyê ji bajarê Reqayê dest pê dikirin, ne tenê wiha lê belê Reqa bibû navenda pilanên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî dewletên Ewropa jî.”

Hemû êrîş di Tirkiyê re derbas dibûn

Ehmed di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di ser Tirkiyê re derbas dibûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Pîlanên êrîşan ên li Reqayê dihatin hazirkirin, di ser Tirkiyê re derbasî derve dibûn. Lê niha û piştî bajarê Reqa hate rizgarkirin û qonaxeke rizgarkirina gundewarê Dêrazorê hatiye destpêkirin,  navenda pîlan û êrîşan a çeteyan hatiye tunekirin.”

Ehmed di berdewama xwe girîngiya cihên têne rizgarkirin anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Herêmên navborî xwedî girîngiyeke ciyostratejîk e.  Sûriye, Îraq û Siûdiyê bi hevûdû ve girê dide. Li vê herêmê berjewendiyên siyasyî yên Îranê hene.  ji bo rê li pêşiya ajandeyên dewletên derve were girtin. Em dibînin ku welatiyên Sûriyayê ber bi sîstemeke nû ve diçin, ew jî sîstema Fedraliya Demokratîk e û di piratîkê de lihevkirin di navbera hemû aliyan de heye ku ev sîstem riya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”

Biryarên rêjîma Sûriyê ji derve ne

Girêdayî mijara Astana Endamê Meclîsa PYD’ê Şêxmos Ehmed nirxandin kir û ev tişt anî ziman: “Hêza rêjîma Sûriyê tune ye, hemû biryarên wê ji dewletên derve tên û bi taybet ji Rûsya û Îranê, rêjîmê birêve dibin. Li ser vê bingehê 7 civîn li Cinêvê hatin lidarxistin, her wiha li Astana jî gelek civîn lidar xistin, armanc ji van civînan ew e ku miqdareke herî mezin ji hêzên leşkerî kom bikin û asta pevçûnan li hin herêman kêm bikin. Rûsiya û Îranê jî bi vê yekê dixwazin hebûna xwe ya li Sûriyê rewa bikin û alîkariyên xwe bi hêzên rêjîmê re zêde bike.”

Di derbarê hevpeymana sê alî ya di navbera Rûsya, Îran û dewletaTirk de jî Şêxmos Ehemed got ku ku armanc ji vê hevpeymanê ew e ku komên çekdar ku bi fermana Tirkiyê tevdigerin bikevin bi sîwana Rûsya û li gorî fermana wê tevbigerin û wiha dom kir: ” Armanca Tirkiyeyê jî ji vê hevpeyamê û dagirkeriya Idlibê, ew e ku destwerdana xwe di aloziya Sûriyê de zêde bike û dagirkeriya xwe li gelek deverên Sûriyeyê ferz bike. Di biryarên dawî yên di derbarê aloziya Sûriyê de pêk were hemû hewldanên Tirkiyê ji bo rê li pêşiya projeya demokratîkirinê ya Rêveberiya Xweser û Fedraliya Demokratîk a aliyê gelên Bakurê Sûriyeyê ve hatiye asteng bike.”

Tirkdiyê dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne

Ehmed her wiha destnîşan kir Tirkiye hewl dide dorpêça li ser kantona Efrînê  ji aliyekî din ve pêk bîne û wiha dom kir: “Nemaze ji ber berxwedana welatiyên herdu kantonên Efrîn û Şehba ji bo rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de werin rawestandin. Tirkiyeyê bi AKP’ê hewl dide serdema Osmaniyan ji nû ve li herêmê pêk bîne.”

Ehmed got ku evan hêz li pêşiya gelên herêmê dibin asteng û bi hemû rêbazan hewl didin pirsgirêkan li herêmên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel/Jin rizgar kirine derbixînin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em weke PYD’ê tişta ku di aliyê siyasî de tê xwestin dê bi van dewletan re pêk bînin, lê ti carî derfetê nadin dewletên derve da ku ji bo pilan û armancên xwe derbasî herêmê bibin.”

Girêdayî armanca civîna Sotşî ku bi sponseriya Rûsyayê pêk tê jî Ehmed got ku Rûsya hewl dide komên çekdar li herêmên Heleb û Idlibê tune bike.

Endamê Meclîsa PYD’ê Şêxmos Ehmed da zanîn ku armanca civîna Sotşî ji bo Rûsyayê ew ku xwe weke xwediyê biryara dawî ya di aloziya Sûriyê de nîşan bide û da ku bêje wê karibû hemû hêzên opozîsyonê komî ser hevûdu bike  û wiha got: “Nemaze êdî aloziya Sûriyê ber bi çareseriya siyasî ve diçe. Bi armanca vê yekê nîşan bide Rûsya neçar ma gelek civînan bi Tirkiyê re pêk bîne. Tevî ku Tirkiye sedema hiştiye rewşa Sûriyê aloz bibe û bigihêje vê astê, Rûsiya pê re civiya.”

(jh/dc)

ANHA