Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Rûsya peyameke tund da Emerîkiya  

NAVENDA NÛÇEYAN – Mosko, rêjîma Sûriya û Tehran daxwaz li Washington kir ku hurmeta xaka Sûriyê bike û dev ji tehîdên xwe yên li ser ewlekariyê herêmê berde.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya  û Wezîrê Karê Derve  yê Sûriyayê Welîd û Wezîrê Karê Derve  yê Îranê civîneke çapemeniyê li Moskoyê li dar xistin. Di civînê de her sê aliyan ragihand” Helwesta me ya li hember derbeya Emerîka ya li dijî Sûriyayê yek e. Ev êrîş dijminahiyê nîşan dide û yasayên navdewletî bin pê dike. Banga me ji Neteweyên Yekbûyî û dostên wê ku hurmeta xaka Sûriyê bigirin û dest ji nêzîkatiyên xwe yên mîna êrîşa 7‘ê Nîsanê berde. Ev yek dê encamên ne baş li ser ewlekariyê herêmê û cîhanê bi xwe re bîne.”

Doplomasiyeke Rûsiya diyar kir ku êrîşa Emerîkayê ya li dijî bargeha Şeyerat xebatên rast asteng dike û anî ziman ku hewldanên guhertina rêjîma Sûriyê wê biser nekeve û got: “Diyar e ku mîna van nêzîkatiyan armanc jê ew e ku xebatên aştiyan e yên ku di Konseya Ewlekariyê de hatiye erêkirin  ku dê gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, asteng dike.”

(bb)

ANHA