Têkilî | Derheqê me de
ANHA

“Sabir”…Soza xwe li hemberî her sê apên xwe yên şehîd bi cih anî

DÊRIK – Bi sedan welatiyên Dêrîk, Girkê Legê û gundên wan sersaxî ji malbata Şehîd Îsa Xelîl ( Sabir Cûdî) û Mihemed Emîn (Kanîwar Avaşîn) ku di Hemleya Rizgarkirina Reqqayê şehîd bibûn, xwestin. DRK-KONE-SERSAXIYA-2-SEHIDA (1)

Îro bi sedan welatiyên Dêrîk, Girkê Legê û gundên wan , şervanên YPG/J, Hêzên Erka Xweparastinê, Endamên Hêzên Asayîşê û HPC`ê çûn gundê Girê Reş ê herêma Koçeratan û sersaxî  ji malbata têkoşer Îsa Xelîl (Sabir Cûdî) xwestin.

Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdên azadiyê rakirbûn û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz dikirin.

Li gund merasîma bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê, Hevserokê Meclîsa Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha di merasîman de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û TEV-DEM`ê  axaftin hatin kirin. Axafitvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina axê ji terorê û taybet bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, kirin.

Li ser navê malbata şehîd, dayîka şehîd Newal Hisên axivî û wiha got”Ji min re serbilindiyeke ku ez dayîka şehîdan im, kurê min soza xwe li hemberî her sê apên xwe yên  şehîd ku heman heman nav li xwe kiribûn, bi cih anî”.

Merasîm bi diruşemyên diloziya bi şehîdan re  bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Îsa Xelîl ( Sabir Cûdî), şehîdê sêyemîn di malbatekê de ye.

(jo)

ANHA