Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sabrî Ok: Efrîn ji bo Tirkiyê wê bibe çiravek

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber ya KCK`ê Sabrî Ok diyar kir ku heke dewleta Tirk bikeve Efrînê, Efrînê wê ji bo wan bibe çiravek û wiha domand:”Tenê ku Rûsya rê bide û DYA bêdeng bimîne wê dagirkeriyeke wiha pêkan bibe. Divê hemû gelê me vê  rastiyê bizanibe”.

Sabrî Ok diyar kir ku li herêmê şerê wekaletê hene û zehmet e ku di vê serdemê de hêzên global li Rojhilata Navîn werin pêşberî hev. Ok bal kişande ser civîna Soçiyê ya di rojevê de û got:”Heke Kurd tevlê bibin wê wateyeke Soçiyê hebe. Heke Kurd tê de nebin mirov dikare vê weke civîneke dijî Kurd bi nav bike.

Sabrî Ok geşedanên pêkan ên li herêmê û Sûriyê ji ajansa me (ANHA)re nirxand.

Behsa pêvajoya piştî DAIŞ’ê tê kirin. Tê gotin êdî piştî DAIŞ’ê wê çareseriya siyasî bikeve rojevê. Gelo win vê yekê çawa dinirxînin?

DAIŞ`ê projeyek bû. Zemîna ku rêxistinên weke DAIŞ’ê li herêmê derkevin holê ji xwe hene. Li Iraqê ku Şiî li ser rêveberiyê bûn weke rêxistineke Sinnî derkete holê. Dema ku millietparêziya Ereb û Îslamê kirin yek rêxistineke wiha ya hov a çete derkete holê. Rêbertî ji van re ‘rêxistinên wiha di semada kapîtalîzmê de şîn tên’. Ev rêxistinên çete ji hêla kê ve û bi çi armancê derketine helbet divê li ser nîqaş çêbibin. Lê diyar e ku bi DAIŞ’ê hewl dane ku keviran ji cihê wan bidin leqandin. Piştî DAIŞ’ê Sûriye ne Sûriyeya berê ye û ne jî Iraq, Siûdî û Tirkiyê ne dewletên berê ne. Her tişt pir guherî. Helbet Kurd jî ne Kurdên berê ne.

Guherîneke çawa?

Li Efrîkaya Bakur bi rengê pêlekê raperîn çêbûn û hin rejîm bi vî şerî re tasfiye bûn. Rejîma Sûriyê hate ber tasfiyebûnê. Êdî neçar in ku biguherin. Rola bi navê îslamiya nerm a ku berê dabûn Tirkiyê ji dest çû. Tirkiye ev rol bi cih neanîn û bi hişmendiya netewdewletê bi çeteyan re bû yek. Îranê li Rojhilata Navîn polîtîkayekî emperyal da ber xwe. Ji bo ku ewlehiya xwe jî li derveyî sînorên xwe bihêle da ber xwe ku ji Iraqê ta bi Sûriye, Lubnan, Bahreyn û Yemenê nîvheyva şiî (Hîlal Şiî) çêbike. Hevsengên di nav Iraqê de feşkilîn. Îmaja Kurdan ku bi têkoşîna dijî DAIŞ’ê çêbûyî, bi serxweşbûna serketinê hate windakirin.

Li herêmê dubendî çêbûn. Têkiliyên Tİrkiyê yên bi NATO, DYA û YE’yê re hejijîn. Rûsya di ser Sûriyê re li Rojhilata Navîn bû xwedî hêz û îtîbarekê. Di kana van hemû kêşeyan de nakokiyên şiî û sinnî hene ku rejîmên Siûd û Îran tev didin.

Di wê pêvajoyê de ku jê re Şerê Cîhanê yê Sêyem dihate gotin tim şerê wekaletê hebû. Gelo Niha ev şerê wekaletê qediya ye?

Ji bo ku mirov vê bibêje pir zû ye. Kapîtalîzm ne xwedî polîtîka û sincekî wiha ye ku arîşeyan bi temamî çareser bike. Bi perspektîfa berjewendiyê li arîşeyan dinere. Niha jî wiha dike. Niha Rûsya jî tevlî vê meselê bûye. Ev bloka dijber e. Tê zanîn ku Rûsya bi kîjan astê sosyalîzma reel jiyaye û bi kîjan astê bi kapîtalîzmê re gihaştiye hev. Ji bo vê jî rewşeke ku roleke demokratîkbûna mayinde xuya nake. Rûsya dixwaze bi hêzên xwe yên hevkar projeyên xwe pêk bîne, Ewropa û DYA jî heman tiştî dikin. Ji bo vê jî şerê li herêmê gih hişkere û gih jî veşartî tê kirin. Zehmet xuya dike ku hêzên global werin pêşberî hev. Ji bo vê jî şerê wekaletê wê bidome.

Li vir tenê Kurd xwedî reseniyekê ne. Bi perspektîfa Neteweya Demokratîk ji her cure desthilatdariyê, nîjatparaziyê dûr, ji bo hemû gel û baweriyan xwedî projeyeke çareseriyê ne. Mînak Rojava li ber çavan e. Heta ku projeya neteweya demokratîk a bi pêşengiya Kurdan serwer nebe arîşe wê her berdewam bin.

Tê gotin bi DAIŞ’ê re şerê ku li ser nakokiya mezhebî hatî gurkirin wê veguherê şerê etnik, win ji bo vê yeke çi dibêjin?

Nakokiyên mezhebî neqediyane. Li dijî DAIŞ’ê rêxistiniya Heşdî Şebî, hewldana rêxistiniya wê ya li Rojhilata Navîn û Efrîkayê ji ber wê sedemê ye ku şiî xwe di bin zexta siniyan de dibînin.

A rast mirov nikare behsa pirsgirêka Kurdan a bi Ereb û Tirkan re bike. Pirsgirêk a hişmendiya netew-dewletî û înkarê ye. Li vir hin hişmendî hene ku di destpêka sedsala 20’an de ava bûne, dema wan qediyaye, bi nirxên gerdûnî, demokratîk re li hev nayê û li gel vê jî hewl didin ku xwe ferz bikin. Êşa ku gel dijî ne di xema wan de ye.

Erdogan tercîha xwe li ser şer dike. Xemeke wî ya demokrasiyê nîn e. Ji bo vê dibêje, ‘ez ê Efrînê jî û vê derê jî bistînim’’. Ev ji bo hemû avaniyên desthilatdarîxwaz û netew-dewletî yên Rojhilata Navîn wiha ye.

Têkiliyên Îran, Rûsya û Tirkiyê bi Astana re hatin asteke girîng. Hin fikir hene ku ev hevkarî geştir bibe, win vê yekê çawa dinirxinî?

Ji ber ku Îran û Tİrkiye dijberê Kurdan in mirov dikare nêzîkbûna wan a li ser dijberiya Kurd fêhm bike. Erdogan ê ku ji Esad re cinawir, dijminê sereke digot niha dîsa dikare bi Esad re têkiliyê deyne. Bîr û baweweriya Tirkiyê wiha ye; Amerîka rê li Kurdan vedike. Ji bo vê dibêje naxwa li dijî Amerîkayê ez ê li cem Rûsya bim. Hê ev tercîh tam nekiriye, wê bike neke, ev wêrekî heye em baş pê nizanin. Lê di vê konjonktorê de li ser dijberiya Kurdan têne cem hev. Helbet tam fêhm nakin bê ka Amerîka dixwaze çi bike, bandora vê jî heye. Her çendî Tirkiye û Îran li ser dijberiya Kurdan werim cem hev jî, ji ber ku du alî jî dewletên wiha ne ji împaratoriyê tên hesabên wan, rola ku li xwe bar kirine wê çi qasî bidome ne diyar e.

Bi têkiliyên Rûsyayê re kî kengî wê lingê kê bişemitîne û ji pişt ve xencerê li hev bixin ne diyar e. Zeman wê vê nîşan bide. Lê niha ji bo ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojava têk bibin têne cem hev. Her wiha destkeftiyên Kurdan ên li Bakur, Rojhilat û herêmê jî di hedefa wan de ne.

Em dikarin bibêjin nîqaşa li ser NATO’yê yan van rojên dawî bi vê re têkildar e? Ango têkiliya wê ya bi nêzîkbûna Îran-Tirkiye û Rûsyayê re çiye? Tirkiye bi rastî jî dikare pişta xwe bide NATO’yê?

Bi teqezî ne tesadûf e ku li NATO’yê wêneyên M. Kemal û Erdogan di nav ên dijminan de hatine nîşandan. Di serdemeke wiha krîtîk de balkêş e ku Tirkiye ya ku ev 50-60 sal in endamê NATO’yê ye van pirsgirêkan dijî.

Peyam gihaşte cihê xwe?

Belê, teqez. Jixwe bûyera Riza Sarraf jî wiha ye. Weke şûrekî li ser dewleta Tirk kil dibe. Navê kesên nêzî Erdogan û wezîrên berê hene. Tirkiye li Rojhilata Navîn li şûna nêzîkatiyeke çêker çêkirina kaosê tercîh dike. AKP dixwaze bi vê tiştekî bi dest bixe. Di bûyera NATO’yê de jî bangî hîsên şoven ên gelê Tirk kirin û sor kirin. Xwestin ku bûyera NATO’yê ji bo xwe bi cih bînin. Peyamên wiha dane Amerîkayê: ‘’Heke hûn wiha bikin,, ez ê bi Îranê re ku we kiriye hedefê hevkariyê bikim. Ez ê li Rojhilata Navîn bi Rûsyayê re, ku rikberê we ye, hevkariyê bikim.’’

Gelo Erdogan li hember DYA û NATO’yê wê bikare vê helwesta xwe berdewam bike?

Bi vê mêrxasiyê wê nikare berdewam bike. Ji bo ku bikarê van tiştan berdewam bikin divê hêza xwe ya aborî hebe û ew xwedî nirxên demokratîk bin. Hêza leşkerî giring e, lê ne her tişt e. Ji bo dewletek wek Tirkiyê ku ji aliyê leşkerî û aborî ve bi derve ve girêdayî bêhtir ev derbasdar e.

AKP ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji  niha de li ser raya giştî ya Tirkiye polîtîkayê dike. Bi vê jî hesab dike gelo wê bi kare bi DYA’yê gav bi paş ve bide avêtin.

Tirkiya di vê dema dawî de di ser Efrînê re gefan li Kurdan dixwe. Bi rastî jî dikarin êrîşê bi ser Efrînê de bibin? Li dijî vê Kurd wê çi bikin?

Dema ku mirov li rûyê dagirker, emperyalîst û yên komkuj bide ber çavan û rixmî vî bibêje wê tiştek wilo neke wê ne rast be. Ger ku wê hêzê di xwe de bibîne wê bike. Cihê ku Erdogan got “ Kobanê dike ku bikeve” berxwedaniyeke mezin li pêş ket. Dîroka Sûriyê ya niha piştî berxwedana Kobanê hate nivîsandin. Ez bawer dikim ku ev rastî ji bîr nekiribin. Wê hesab bikin ku wê li Efrînê rastî berxwedaniyeke çawa werin. Wê rixmî vê tiştê jî bikin ez nizanim.

Yek jê, wê rixmî DYA û Rûsya tiştek wilo bikin gelo? Divê ev tiş hemû bêne zanîn. Yan jî divê van tiştan hemûyan hesab bikin. Tu tiştek ji hevdu qut nîne. Ger ku Rûsya rê nedaba, DYA bêdeng nemaya Tirk wê nikarîbûna têketana Cerablus û Babê. Dema ku DYA bêdeng bimîne, Rûsya rê bide wê  bixwazin hêza xwe li hember Efrînê biceribînin. Ger ku wilo be wê Efrînê ji bo Tirk bibe cihe têkçunê. Heta wê jê re bibe goristan. Gele Kurd wê li ber xwe bide. Wê bi derfetên xwe yên ku zêde bûne, wê bi tercrubeye xwe li ber xwe bide. Wê bi moral û hêza ku ji mafdariya wê te li ber xwe bide. Dibe ku berdêlan jî bide. Li rixmî her tiştî yê ku li Sûriye û herêmê winda bike wê dewleta Tirk be.

Erdogan bi mejiyê Osmaniyan tevdigere. Xwe wek xelîfeyê 5. dibîne. Rojhilata Navîn û gelê Ereb piçuk dibîne. Gelê Ereb ji ber dagirkirina li ser Cerablus û Babê ne razî ne. Gelo wê Ereb sedsala derbasbûyî  ji bîr bikin. Ma gelo, gelê Ereb nizanin ku Erdogan her dewletekî Rojhilata Navîn wek eyaleteke xwe dibîne. Ji ber wê divê gele me bizane ku, ger ku dagirkeriyek Tirk li ser Efrînê pêş bikeve, wê teqez ev bi destûra Rûsya û DYE be.

Rûsyayê artêşa Tirk kişand Idlibê. Li gor ku em dizanin niha jî ji wan ne razî ye. Bi qasî ku me bihîstiye Rûsan ji wan re gotine polîsên xwe bînin, lê wan artêşa xwe anîne. Gotine hûn ê El Nûsra tasfiye bikin,  niha bi El Nûsra re tevdigerin. Ji ber wê di navbera wan de nakokî hene. Li wir polîtîkayên dewleta Tirk û Rûsya wê demdirej hevdu temam nekin. Ji ber operasyona lı Dêrazorê, Rûsya û rejima Sûrî hêzên xwe ji Idlibe kişandin. Ew vallahiya ku çêbû xwestin bi destê Tirkan tijî bikin. Dema ku pirsgirêka Dêrazorê çareser bû wê Tirkiye avantajên xwe ji dest bide.

Ya din bi Îranê re jî li ser dijberiya li hember Kurdan tên gel hev. Li Astana yê alternatifa Cinêvê derbikeve ez nizanim. Lê ez bawer nakim cihê Cinêv hebe Astana bibe wek alternatîfek.

Niha behsa civînên Riyad û Soçiyê tê kirin. Tirkiye dîsa hewl dide ku tevlêbûna Kurdan asteng bike. Ji encamê Cinêvê mirov dikare bibêje ku bi van civînan li Sûriyê wê çareseriyek çêbibe?

Em ji bûyerên ku li herêmê rû didin dişopînin. Yên ku li herêmê hovîtiyê dikin DAIŞ û El Nûsra ne. Beramberî vê yên ku ji bo azadiya gelan berdêlên mezin didin Kurd in. Ji ber vê li Cinêv, Astana, Riyadê bê Kurdan gera li çareseritê bi serê xwe bê edaletî ye. Li aliyê din çareseriyek wilo ne gengaze jî. Yê ku li ser Sûrî, bi taybet jî li ser bakurê Sûrî û Rojava mafê wan heye Kurd in. Lê li vir dirûtiyek heye. Rola Tirkan pir zêde tê mezinkirin. Ji bo beşdarbûna Kurdan jî DYE dibeje em dixwazin lê Rûs naxwazin, Rûs jî dibeje em dixwazin lê DYE naxwaze. Yan jî ev herdu hêz dibejin ji ber hesasiyeta Tirkan nabe. Ev tiştên han bi ti awayî naye qebûlkirin. Tirkiye ne ew hêz e ku mirov ev çendî mezin bike.

Ji bo Soçiyê Rûsyayê li ber çapemeniyê sond xwar. Got PYD wê tevlî Soçiyê bibe. Li dijî Tirkiyê ev daxuyanî da. Rûsya got Bakurê Sûriyê wê tevlê bibe. Ji vê veger nîn e. Kurd jî wê vê binirxînin. Heke bi zexta Tirkiyê Rûsya wê bê Kurdan civîna Soçiyê bike ev ê bibe fiyasko. Ev her wiha wê bibe sede ku li cem Kurdan ji bo Rûsyayê rewşeke nû diyar bibe. Ez bawer nakim ku Rûsya zêde guh bide gefên Tirkiyê. Dawiyê li Rojhilata Navîn siyasetê dikin. Ez bawer nakim ku bi gefên Tirkiyê tevbigerin. Heke Kurd tevlê bibin wê wateyeke Soçiyê hebe. Heke nebe jî we bibe platformeke dijî Kurdan.

Rola Tirkiyê tê nepixandin? Biya we çima wiha nêz dibin?

Tirkiye di serdemên paş de weke qereqola pêş a kapîtalîzmê dihate binavkirin. Niha ne wilo ye. Niha gelek qereqol hene. DYA vê weke berê nema dikare bi kar bîne. Lê niha berjewendiyên aborî li vir esas in. Ji bo vê hemû hesab li bin guhê hev ketin. Wijdan li hêlekê dimîne. 30 milyar dolar bazirganiya Elmanya bi Tirkiyê re heye. Ji bo vê jî wilo bi rehetî deste wan ji Tirkiyê nabe. Li dijî Erdogan helwesta wan heye, lê dijî Tirkiyê ne wilo ye. Erdogan îro heye sibe nîn e lê têkiliya wan a aborî ya bi Tirkiyê re domdirêj e. Ev ji bo demokrasî, heqîqetê dev ji berjewendiyên xwe naqerin.

Têkiliyên Rûsya jî li ser vê bingehê ne. Naxwe weke di dem aşerê sar de Rûsya bi Tirkiyê re ya di bin guhê wê de ji bo ku di qada leşkerî de tiştinan jê qut bike ne xwedî têkiliyekê. Berjeweniya aborî esas e. Ku dema wê were wê çanda xwe ya demokratîk jî li hêlekê bihêle. Tiştên li Sûr, Cizîr, Silopya bûne ji hovîtiya Hama û Humusê xirabtir bûn. Lê nedîtin. Ka nirxên demokratîk ên dinyayê?.

SIBA: BEŞÊ DUYEMÎN A HEVPEYVÎNA BI SABRÎ OK RE DERBARÊ ARÎŞEYÊN DI NAVBERA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ DE

ANHA