Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şagirtên Tebqayê karnameyên xwe wergirtin

TEBQA – Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê karnameyên werza yekemîn li şagirtinên seretayî belav kir.TEBQA-BLAVKIRNA-SAHADA (2)

Ev cara yekemîn e piştî aloziya Sûriyê angot piştî rizgarkirina herêmê ji komên çete ku şagirtên herêma Tebqayê perwerdeya xwe bi serkeftî dewam dikin.

Li herêma Tebqayê, piştî bidawî werza yekemîn a perwerdeyê û destpêka werza duyemîn, Komtîye Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê karmendên werza yekemîn li 50 hezar xwendekarên asta seretayî yên 180 dibistanên bajarê Tebqayê û gundewarên wê belav kir.

Rêveberên Komîteya Perwerdeyê diyar kirin ku rêjeya serkeftinê baş bû û sedema vê yekê spartin asta kadroyên perwerdeyê.

Şagirtan kêfxweşiya xwe bi wergeretina karnameyan anîn ziman û spasiya mamosteyên xwe kirin.

(bb)

ANHA