Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şahiya Çarşema Sor a Helebê bi dawî bû

HELEB – Şahîyên cejna Çarçema Sor a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi xwendina şahiy merasîm û sirûdên olî yên êzidiyan bi dawî bû.HLB-DAWEKRENA-SAHIYA-CARSEMA-SOR-LI-HELEB3

Di şahiya Çarşema Sor a ku li taxa Şêxmeqûd a helebê hate lidarxistin, axaftin hatin kirin, her wiha Koma Kulîlka Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd sirûdên  olî xwendin. Sirûdên olî  li ser Çarşema Sor hatin gotin.

Paşê Koma Şehîd Nûredîn stran gotin. Stranên komê bi zimanên kurdî û erebî hatin gotin. Li ser awazên stranên şoreşgerî jî koma Şehîd Bakur bi awayekî leşkerî govend gerandin. Govendên koma Şehîd Bakur ên bi awayê leşkerî beşdarên şehiyê kêfxweşiya kirin.

Komên hunera şanoyê jî, tabloyên şanogeriyê pêşkêş kirin. Di tabloyên şanogeriyê de, behsa revandina jinên êzidî yên Şengalê hat kirin, her wiha çawa paşê li ser destên Şervanên YPJ/YPG û YJŞ’ê têne rizgarkirin.

Şahiyên cejna Çarşema Sor yekemîn car li bajarê Heleb tê lidarxistin, Şahî rastî eleqeyeke mezin a hemû pêkhateyên herêmê hat. Pêkhateyên din cejin li welatiyên êzîdî pîroz kin.

Di dawiya şahiyê de koma Berxwedana Şêxmeqsûd bi zimanê kurdî stran pêşkêş kirin. Stranên komê yên bi zimanê kurd li ser ola êzidî bû. Koma Berxwedana Şêxmeqsûd bi zimanê erebî jî stran pêşkêş kirin.

(rr/dc)

ANHA