Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şahiya Newrozê sibe li Minbicê tê pîrozkirin

MINBIC – Komîteya Amadekar a şahî û çalakiyên cejna Newrozê ya bajarê Minbicê xebatên amadekariyê bi dawî kir û dika şahiyê ku tê payîn sibehê bê lidarxistin ava kir. Komên hunerî jî ji bo beşdariya şahiyê perwedeyên xwe didomînin.

Ev cara yekîmîna piştî ku Minbic hat rizgarkirin şêniyên wê piştî çend salan ji nû ve, ji bo pîrozkirina cejna Newrozê xwe amade dikin. Tê payîn sibehê şahiya Newrozê li bajarê Minbicê bi durişmeya ʺBi ruhê Newrozê ber bi avakirina Netewa Demokratîk veʺ bê lidarxistin.MINBC-SAHIYEN-NEWROZE

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji 15 rojan ve amadekariyên pêşwazîkirina Newrozê dike, Rêveberiyê komîteyek ji 25 kesan ji bo rêxistinkirina amadekariyên şahiyên Newrozê ava kir.

Komîteya amadekar a girêdayî Meclîsa Zagonmsaz a bajarê Minbicê îro dika şahiyê û daliqandina al û pankartan bi dawî kir, ji aliyekî din ve komên hunerê yên ciwanên Minbicê û hin komên ji Cizîrê û Kobanê hatine provayên perwerdehiyê ji bo beşdarbûna şahiya Newrozê didomînin.

Hêzên Asdayîşê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê jî ji aliyê xwe ve parastina cihê şahiyê dikin û ji hemû aliyan ve tedbîrên parastina şahiyê girtine.

Endamê Komîteya amadekar Semîr El-Hacî destnîşan kir ku îro erkên xwe bi dawî dikin û ji bo şahiya Newrozê xwe amadekirine ku sibehê bi beşdarbûna komên foliklorî , Şano, dîlan û stranê tê lidaxistin.

Du kom Ciwanên Minbicê beşdarî şahiyê dibin

Koma yekem ji 8 jinên ciwan ên Minbicê pêk tê, ji 5 rojan ve ji bo pêşkêşkirina tabloyên dîlanên gelerî (Şêxoyî, Soranî û Çopî) xwe perwerde dikin.

Koma duyem jî a şano ye, dê tabloyên şanogeriyê di şahiyê de pêşkêş bike.MINBC-SAHIYEN-NEWROZE2

Di nava herdu komên ciwanên Minbicê de ciwanên ji pêkhateya kurd, ereb û şerkes cih digrin, piraniya wan jinên ciwan in, tevahî endamên koman cilên foliklorî li xwe dikin.

Ji îro ve tevgera motorsiklêtan li nava Minbicê qedexe ye

Polîsên Tirafîkê yên bajarê Minbicê biryarê giştî da ku tevgera motorsiklêtan li nava kolanên bajarê Minbicê ji îro ve heta 23`yê vê mehê Adarê qedexe ye, da ku sivîl di rojên cejna Newrozê de bên parastin.

(rr)

ANHA