Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sakîne Cansiz pênaseya nasname, rêxistinî û dîroka zindî ya jinê ye

LEYLA AGIRÎ

Qetlîema Parîsê ya ku wê tucar ji bîra me neçe, her çiqas sedemê wê yên siyasî û rojane hebin jî, di eslê xwe de berdewamiya komploya navdewletî ye.

Pergala ku di bingeha wê de desthiladarî heye û ya ku em wek pergala kapîtalîst modernîte bi nav dikin, armanca wê ewe ku pergala modernîteya demokratîk di şexsê jinê de bi xeniqîne ye. Tekoşîna jinên kurd a 35 salan di şexsê hevala Sara de xwe pênase dikir.  Hevala Sara nasnameya tekoşîna jinê ya 35 salan bû.

Ev nasname ku her diçû mezin dibû, bi hêz dibû û dibû nasnameya civakê, tirseke mezin di dilê mêtîngeran de çêdikir. Ji ber vê tirs û armanca xwe yên qirêj hersê jinên şoreşger, Sara, Rojbin û Leyla bi awayekî hovane şehit kirin. Di 5’emîn salvegera qetilkirina wan de ez bi rêzdarî, bi heskirineke mezin wan bi bîr tînim û vê komployê bi tûndî şermezar dikim.

Wek tê zanîn qetlîema Parîsê di dema ku Rêber Apo bi dewleta tirk re dest bi hevdîtinên ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin kiribû de pêk hat. Pêvajoya çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî demokratik, ji aliyê Rêber Apo ve hatibu destpêkirin.

Bi qetlîama Parîsê jî pêvajoya çareseriya demokratîk hedef hat girtin. Pêvajoya ku bi hewldanên Rêber Apo hatibu destpêkirin, hê di serî de xwestin pêşî lê bigirin û bi Rêber Apo gav paşde bidin avêtin. Rêber Apo armanca vê komployê, sedemên wê yekser ferqkir. Ji bo ku vê armancê vala derbixe berdewamkirina pêvajoya çareseriye esas girt. Ji xwe ev komplo jî weke, “ komkûjiya dersimê ya duyemîn” bi nav kir.

Hevala Sara jineke kurd, elewî û ji dêrsimî bu. Dêrsim cihê ku fermana qirkirina çandî ya kurdan lê hatiye dayîn e. Hevala sara weke jineke vê axê; bi rih, zanebûn û berxwedaniya xwe rengekî nû da berxwedaniya besêyan û ew berxwedana wan ji nûve pênase kir.

Di vê wateyê de rêhevala Sakîne dîrok û nasnameyeke nûye. Rêhevala Sara bi nasnama xwe ya jina azad ji faşistan tola qetlîema Dersimê stand. Bi vî awayî bû. Di seri de ya jinên kurd lê bi awayekî giştî jî bû hefizaya jinên tekoşer. Ji ber vê jî bi vê qetlîama duyem ya dêrsimê ya ku hat hedefgirtin sekna jina azad, nasnameya wê û rêxistina wê bû. Rêhevala Sakîne dîrokek zindiye û pênaseya sekna azad e. Hevala Sara pênaseya sekna li hember neheqiyê, navê serhildanê, berxwedan û tekoşîne. Gotina,“Jiyana min hemu tekoşîn bû” pênaseya jiyana wê ye. Sakine Cansiz xeta jiyanê ye. Xeta jina azad a ku tu carê teslîm nayê girtin, ji bo heqîqetê her tim tekoşîn dike ye. Ew jineke şoreşger û rêhevaleke mezin bû. Ew rêhevalê hemû jinên cîhanê, kesên ku neheqî li wan hatiye kirin, zarok, kesên ku xeyalên jiyanake azad dikin rêhevalê wan bû. Rêhevala Sakîne rêhevaltiya bi Serokatî re her tim ji bo xwe esas girt. Di rêhevaltiya xwe de jî bi serket. Ji xwe sedema herî mezin ya ku rê li ber hedefgirtina hevala Sakîne vekir jî ev rêhevaltiya wê bû. Rêber Apo, piştî qetlîama Parisê got, “ qetilkirina Sakîneyê tê wateya qetilkirina min” ev jî heqîqeta rêhevaltiya bi rêbertî re pênase dike.

Xeta azadiya jinê ya ku rêbertî li pêş xist bû metirsiya mezin dile desthilatdaran. Ya ku di şexsê rêhevala Sakîne de hedef hat girtin jî ev xet bû. Xeta jiyana azad ya jinê ji bo Rêber Apo sedema jiyan û tekoşînê ye. Ya ku di şexsê sakîne de jî hedef hat girtin sekna jinê ya rêxistinî bû.

Rêber Apo ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin her tim di nava hewldanan de bû. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî demokratik, wê tenê bandora xwe li ser pêşeroja kurdan neke. Wê ji bo Rojhilata Navîn ya demokratîk jî bibe hîmê bingehîn. Xeta Kurdistaneke azad; Tirkiye, Îran, Iraq û Surîyeke demoratik ji aliyê rêbertiya me de wek xeteke esasî hat destgirtin. Vê xetê berjewendiyên hêzên desthilatdar, yên ku di faşîzmê de bi israrîn kir xeteriyê. Hesabên wan yên qirêj vala derxist. Hêzên ku hebûna xwe bi inkar û qirkirinê ve girêdane, yên ku tenê bi şer dikarin bi şer hebûna xwe bi parêzin ji xeta rêbertiya me ya ku demokrasiyê esas digire tirsiyan. Ji bo ku vê xetê vala derbixin hê di serî de konsepteke tesfiye li pêş xistin û xistin meriyetê.

Qetlîama Parîsê her çiqas bi destê AKP-MÎT û Fransê pêk hatibe jî di nnav vê komployê de gelek dewletan cih girtin. Hinek ji wana raste rast beşdar bûn, hinekan ji wan plan amade kirin. Hinekan ji wan rixmî ku agahiya wan jê hebû asteng nekirin, hinekan ji wan jî ji bo komployek bi vî rengî bingeh avakirin. Ji ber wê yekê jî em dibejin ev komploya bêbext komployek navdewleti ye. Yê ku ev komplo pêk anî kesê bi navê Omer Gûney sala par di bin çavderiya Fransa û li zindana Fransa hate kuştin. Bi vê kuştinê xwestin nehêlin ku bi axife û rastiya qetlîamê veşartin. Ji xwe berê wê dosyayên derbarê buyerê de hatin dizîn û winda kirin. Dewleta Fransa ev komploya ku bi bêbexî hat kirin, ji bo ku rastiya wê eşkere bibe berpirsyartiya xwe bi cih ne anî. Ji aliyekî ve berpirsyartiya xwe bi cih ne anî ji aliyekî ve jî belgeyên derbarê komployê de ji holê rakir. Ji xwe heyanî niha bêdengiya wan jî berdewame. Ji ber ku Fransa hevkarê vê komployê de ye bêdeng dimîne. Ger ku îstîxbarata Fransa nebûya hevkarê qetlîama Paris wê qetlîam pêk nehata.

Yên ku qetlîam plan kirin û pêk anîn AKP û MÎT’a Tirk bû. Hikûmeta AKP’ê ji despêkê heya niha, li beramberî pêngava çareseriya demokratîk ya ku ji aliye Rêber Apo ve hatibu destpêkirin hewl da ku siyaseta komkuji kurdan li pêş bixe. Siyaseta qirkirinê ya spî û reş ku ji aliye dewleta tirk vê li ser kurdan pêk dihat, bi AKPê re wek qirkirina kesk berdewam dike. Ji bo vê jî di rastiya xwe de AKP wek projeyekî derket holê. Bi erka ku tevgera azadiyê ya me tesfiye bike, gerilla bê bandor bike û ji bo ku vîna gel bişkîne bû desthilatdar. AKP, ya ku armanca wê tesfiyekirina tevgera me û vala derxistina pêvajoya çareseriyê ye, hêza nû ya li gor pîvanên siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk pêk bîne ye. Qetlîama Parîsê jî bi fermana Erdogan û AKPê bi destê MÎTa tirk ya ku li gor vê hedef û armancê tevdigere de pêk hat. Eniyafaşîst ya AKP-MHPê bi tu awayî pêşketina tevgera azadiyê û bi taybet jî şoreşa rojava qebûl nakin, ji bo vê jî her tim di nava amadekarî û êrîşan de ne.

Careke din komployên û hevgirtinên qirêj li pêş dixin. Wek tê zanîn van komployên qirêj ji aliyê hêzên HPGê ve bi operasyonekî şoreşgerî vala hatin derxistin. Operasyona ku bi navê “operasyona şoreşgerî ya Sakîne Cansiz” di meha tebaxê de pêk hat. Bi vê operasyonê du kesên payebilind yên MÎT’ê û gelek kesên din hatin girtin. Bi vê operasyonê polîkayên qirêj yên ku MÎT li Kurdistanê li pêş dixe, agahiyên derbarê rêxistinbûna MÎT’ê û dîsa di derbarê li derve û hundir tora rêxistinbuna MÎT’ê de gelek agahî hatin bi destxistin û hatin deşîfrekirin. Di heman demê de di serî de der barê qetlîama Parîsê û heman deme gelek suîqastên ku dewleta tirk li rojava pêk anîn de gelek agahî hatin bi destxistin. KCKê van agahiyana bi raya giştîre jî parvekir. Bê gûman agahiyên herî giring ên ku hatin bi destxistin yên derbare qetlîama Parîs de bûn. Bi van agahiyan eşkere bû ku qetlîam bi fermana Erdogan bi deste MÎT’ê pêk hatiye. Hat zanîn ku dema ku pêvajoya demokratik ya çareseriyê destpêkiriye, Erdogan li Avrupa, li çiya,  li gelek deverên din ji bo kuştina rayedarên PKKê ferman daye. Operasyona ku li ser MÎT’ê hat kirin de derket holê ku Sabahatîn Asal yê ku bi Muhammed Derwîşoglu re ku li Îmralî hevdîtin dikir rêveberekî MÎT’ê bûye û plana qetlîam Parîsê çêkiriye. Ev rastî jî qarekterê AKP’ê yê qomploger pênase dike. Careke din derket holê ku dewleta tirk bi ti awayî çareseriya pirsgirêka kurd qebul nake. Polîkaya qirkirinê ya ku ji despêkê de ji xwe re esas girtiye dest jê bernade. Ev polîtîkayên qirkirin û koçkirinê berdewam dike. Ji xwe pêvajoya tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo dimeşe, pêvajoya qirkirinê ya li Bakurê Kurdistan û ya tesfiyekirina gerilla berdewam dike.

Bi qetlîama Parîsê xwestin bi Rêber Apo gavan paşve bidin avêtin. Lê Rêber Apo paş de gav ne avêt pêvajoya çareseriyê berdewam kir û ev komplo vala derxist. Yên ku qetlîama parîsê kirin xwestin di şexsê pêşengên jinên şoreşger yên kurd de hemû jinan bi tirsinin. Xwestin me bi tirsînin û me bi tenê bi hêlin.

Xwestin be bêdeng bihêlin. Lê me wekî jinên Kurd deng da dengê Sara, Rojbin û Rohaniyan. Me bi wêrekî û bi hêztir ber bi pêşerojê ve gavên xurtir avêtin. Em bi jinên cîhanê re mezin bûn û bûn bersîva qetlîamê. Xwestin Tevgera Azadiyê ya Jina Kurt tune bikin. Lê me li hemberî vê yekê li Rojava bi Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn pêş xist û em dixwazin li tevahiya cîhanê belav bikin bûn bersîv.

Em bersivdayîna li dijî vê komployê berdewam dikin. Di her qadên jiyanê de bi helwesta ku em hesap ji qetlîama Parîsê bipirsin, bi sed hezaran em bûn Sakine, Rojbin û Leyla. Wekî jin, bi zanebûn û têkoşînek kûr, bi zanebûn û hişyariya şehadeta 3 mîlîtanên şoreşger ên mezin, bi rêxistinbûn û wêreka wan, me ji xwe re kir çavkaniya biryarê. Di berxwedana Şengal û Kobanê de me bersîva herî bi wate da qetlîama Parîsê. Li ser hîmê xeta azadiyê ya Sarayan, xeta Arin Mirkan a berxwedanê pêş ket û bû bersîv. Pêşketinên bi qetlîama Parîsê derketin holê, bi qasî qatîl û komplogeran texmîn nedikir pêş ket û bû sedema hamleya mezin ji bo tevgeraazadiya jinê.

Tevgera me kir tevgera Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevgera Cîhanê. Bi vê şêwazê me destûr neda ku komploger bigêjin armanca xwe.

Me bi vê helwestê kompo pûç kir. Îro Şoreşa Jinê ku li Rojava bi hemû hêz û coşa xwe pêş dikeve encam û bersîva vê yekê ye. Helwest û bersîva ku hesap ji hişmendî û hêza komplogeran bipirse jî ev yek e.

Armanca xurtkirin û hêzkirina xeta azadiya jinê ye. Armanc civakbûnkirin e. Em îro jî wekî jinên ku ji bo jiyana azad, jina azad û pêşeroja azad têdikoşin, hesapê vê qetlîamê bi têkoşîna azadiyê û civakbûnê didin û hesap dipirsin. Em dê her  dem bipirsin. Li ser bingeha bîranîna pîroz a Rêheval Sara, Rojbîn û Ronahîyan armanc û hêrsa me ewe ku em bêtir jiyanê azad bikin. Têkoşînê mezin bikin. Em dê ji niha û şûnde jî vê yekê ji bo xwe erk û peywir bigirin dest. Li aliyekî em komploya Parisê pûç dikin, li aliyê din têkoşîna ronîkirina hemû aliyên qetlîamê didin. Ji bo vê yekê têkoşînê pêş dixin û em dê pêş bixin. Em dê xeta xwe ya berxwedana Jina Azad ya ku ji Sarayan heta Delalan dirêj dibe û têkoşîna xwe her dem bêtir mezin û bilind bikin û bi serkeftinê bi wate û tacîdar bikin.

(xe)

ANHA