Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Sakîne Cansiz riya azadiya ji jinan re diyar kir’

Dîmen

SILAVA ABDULREHMAN

QAMIŞLO – Ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî di salvegera 5`emîn a şehadeta Sakîne Cansiz wiha axivî “Tekoşer Sakîne Cansiz riya azadiya jinan re diyar kir.ʺ

Welîda Botî di destpêka axaftina xwe de komkujî û komploya ku li paytexta Feransa Parîsê pêk hat, şermezar kir . Welîda Botî li ser jiyan û tekoşîna tekoşer Sakîan Cansiz wiha axivî “Tekoşer Sakîne ji damezenerên Tevgera Azadiyê ye. Bi îradeyek xurt û fikrekî azad gelek bandor li rêhevalên xwe kir. Tirs xistbû dilê dijmin. Her wiha ji bo tekoşîna jinê xaleke dîrokî bû. Bi îrade û tekoşîna xwe tekez kir ku ew dikare parastiana pîvan û doza gelê Kurd bike. Di girtîgehê de li hember zilm û faşîsta dewleta Tirk a dagirk gelek tekoşîn û berxwedan kir.”

Her wiha Welîda Botî di axaftina xwe de got ku komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat tekoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê jî rastî wê komployê hatin.

Welîda Botî di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze jina azad bêdeng bike.

Welîda got ku tekoşer Sakîne riya azadiya ji jinan re  diyar kir û dema ku navê Sakîne tê gotin tekoşîn û berxwedan tê bîra hemû jinan.

Welîda Botî bang li hemû jinan kir ku li ser riya tekoşer Sakîne bimeşin, tekoşîna xwe bilind bikin û wiha got “Pêwîste em soza ku me daye şehîdên canê xwe ji bo azadiyê feda kirin, pêk bînin.”

Her wiha Welîda Botî got ku pêwîste kesên ku komkujiya Parîsê pêk anîne hesab ji wan were xwestin û werin ceza kirin.

Ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Botî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tekoşîn û rêxistina xwe xurt bikin û soza şopandina riya şehîdan da.

(bx)

ANHA