Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sakîne Cansiz sembola dîroka têkoşîna azadiya jinan e

FÎDAN EBDULLAH

EFRÎN – Têkoşer Sakîne Cansiz çirûska agir di nava tarîtiyê de vêxist û bû yekemîn jina ku bendên bêdengiyê şikandine û kevirgoşeya damezrandina PKK’ê danî û riya jiyaneke bi wate li pêşiya jinan vekir.EFRIN-JIYANA-SEKINA (2)

Têkoşer Sakîne Cansiz xwediya porê sor û rûkeniya xwe û kesayeta xwe ya xurt li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di sala 1957’an de ji dayîk dibe û taybetmendiya xwe ya berxwedêr û rihê xwe yê şoreşgerî ji welatiyên Dêrsimê werdigire û di encamê de dîrokeke bi berxwedanê dagirtî ye da afirandin.

Têkoşer Sakîne Cansiz di zaroktiya xwe de li hemberî nakokiyên rastiyan jiyan dikir û ji vir dest bi lêgerîna xwe ya heqîqetê dike û ji ber vê yekê zaroktiya wê weke qonaxa xweavakirinê bû. Têkoşer Sakîne Cansiz yek ji kesayetên ku karibû dengeyekê di navbera dijberiya stûxwariyê, kevneşopiyên paşverûtî û parastina nirxên pîroz ku ji derdora xwe wergirtibû de pêk bîne.

Têkoşer Sakîne Cansiz xwendina xwe serkeftî li bajarê Dêrsimê temam dike. Evan nakokiyên rastiyan roj bi roj di mijiyê wê de mezin dibin û di dawiyê de bi riya hevalên xwe yên zanîngehê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û bersivên pirsên di mijiyên wê de peyda dike.

Li vir hêjayî gotinê ye ku ev zayîna duyemîn a Têkoşer Sakîne Cansiz bû û piştî beşdarî nava komekê bû û dest bi têkoşîna rizgariya Kurdistanê dike. Ji ber ku li vir heqîqeta têkoşîn û berxwedanê dibîne ku her tim di lêgerîna wê de bû. Ji ber vê yekê tevî ku di destpêkê de Partiya Karkerên Kurdistanê baş nas nedikir lê tavilê beşdarî nava çalakiyên partî û birêxistinkirina jinên ciwan bû.

Têkoşer Sakîne Cansiz têkoşîna xwe di destpêkê de di nava kargeh û fabrîkeyan de kir, ne ji ber ku pêdiviya wê bi pereyan hebûn, lê belê da ku jinên ciwan nas bike û derfetekê ji xwe re peyda bike û bi van jinên ciwan re têkeve nava gotûbêjan û riya xwebirêxistinkirinê li pêşiya wan zelal bike da ku beşdarî nava Partiya Karkerên Kurdistanê bibin û fikra azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas bikin.EFRIN-JIYANA-SEKINA (5)

Li vir Têkoşer Sakîne Cansiz çirûska ronahiyê di nava tarîtiyê de vêxist û bû yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê û yek ji edamên jin ên herî destpêkê ku karibû bendên bêdengiyê bişkîne û navê Sara ji xwe re weke navekî tevgerî pejirand û bi îradeya xwe ya xurt ber bi du armancên avakirina jiyan û Kurdistana Azad ve çû her wiha da ku azadiya jinan pêk bîne.

Têkoşer Sakîne Cansiz bi rêxistinkirina xwe û sekna xwe û zanebûna xwe ya kesayetî gelekî bi bandor bû û beşekî mezin ji jinên ciwan di demeke kurt de birêxistin kirin û têkliyên xwe bi van jinan re xurt kirin û ji fikrên wan ên jiyanî sûd wergirt û ber bi rastiya siyasetê û jiyana xwedî wate ve çû, weke ku kesekî bi derziyekê bîrekê dikole û ya herî girîng rihê lêgerînê di zihniyeta jinên ciwan de çand.

‘Giştî jiyana min şer û berxwedan e’

Berxwedana Têkoşer Sakîne Cansiz di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û lêhûrbûna wê ya di fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û lêgerîna wê li kesayeta jina azad hişt ku pirtûkekê bi navê “Giştî jiyana min şer û berxwedan e” binivîse. Di naveroka vê pirtûkê de rastiya jiyanê û hezkirina gelê Kurd hate şîrvekirin û rastiya wê weke jineke şoreşger û berxwedêr vedibêje. Pirtûk di sala 2016’an de hate çapkirin û li seranserî Kurdistanê hate belavkirin. Her wiha belgefîlmek di derbarê wê de hate amadekirin.This undated undated combo picture shows

Têkoşer Sakîne Cansiz berxwedan û têkoşîna xwe li gorî rêgeza jiyana wekhev û mafê gelê Kurd dida meşandin û di encamê de ji aliyê hikûmeta Tirk a faşist ve rastî gelek astengiyan dihat.

Zîndan veguherîn qadeke din a berxwedanê

Şêwazên îşkenceya girtiyan bandor li hêza kesayeta Têkoşer Sakîne Cansiz nekir û bi pêkanîna armancên xwe ve girêdayî ma, her wiha zîndana ku têde hatiye girtin veguherî qadeke din a berxwedanê. Dîwarên zîndanê şahidê berxwedana wê ya leheng in ku li dijî xeta xiyanetê daye meşandin. Heta di dema îşkenceyê de tirs û xof kiribû nava dilê dijminan û ti carî ne qîriya û teslîmkarî qebûl nekir. Têkoşer Sakîne Cansiz yek ji kesên ku derbasî girêva birçîbûnê heta mirinê bûye bû.

Têkoşer Sakîne Cansiz bi çiyayên Kurdistanê ve gelekî girêdayî bû û di nava wan re gelekî geriyan. Paşê jî berê xwe da Ewropa da ku beşdarî xebatên birêxistina Kurdistaniyên li Ewropayê bibe û têkliyên civakî xurt bike û fikra Partiya Karkerên Kurdistanê û rêberê wê Abdullah Ocalan belav bike.EFRIN-JIYANA-SEKINA (4)

Têkoşer Sakîne Cansiz karibû bi rihê xwe yê şoreşgerî û têkoşîna xwe ya berdewam bigihêje dilê hezaran kesan.

Di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê Têkoşer Sakîne Cansiz li rex herdu rêhevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di komployeke istixbarata Tirkiyeyê de şehîd bûn.

Bi şehadeta Têkoşer Sakîne Cansiz bandoreke mezin li pey xwe hişt piştî berxwedaneke bi dehan salan di xizmeta gelê Kurdistanê û azadiya jinan de.

Di salvegera şehadeta Têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Fîdan Dogan û Layla Şaylemez a pêncemîn de, Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyanî dan û têde hersê şehîd bi bîr anîn û soza darizandina kujeran û şopandina riya wan dubare kirin.

Ji bo tolhildana rihê şehîd Sakîne Cansiz, Hêzên Parastina Gel (HPG) çalakiyeke lidar xistin û têde subayên istixbarata Tirkiyeyê (MÎT) girtin ew jî Orhan Bekictîn û Aydin Gûnel ku herdu serokên karîgeriyên istixbaratê ne û fermanên xwe rasterast ji Receb Tayîp Erdogan û Hakan Fîdan werdigirin.

(jh)

ANHA