Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sala 40’emîn a PKK’ê serkeftina felsefeya netewa demokratîk e

ŞIYAR ZAXO

NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdên li herêmên ku lê jiyan dikin bi boneya 40’emîn salvegera damezirandina PKK’ê ku di salên têkoşîn û berxwedana xwe de nûnertiya rûmet û vîna gelên herêmê û bi taybet gelê  Kurd dikir, bi giştî kêfxweşiyeke mezin jiyan dikin. PKK’ê ji destpêkê ve xwedî projeyeke Rojhilata Navîn bû û xwe dispêre biratiya gelan da ku azadî û rûmeta xwe bi dest xwe ve bînin, tevî ku di wê demê de bi sosyalîzmê bi bandor bibû. Lê çalakiya xweguhertina mezin a birêveberiya Rêber Abdullah Ocalan bi riya nûkirina felsefeya xwe ya li gorî demê, bandoreke mezin li tişta ku niha hatiye bidestxistin û birêvebirina qonaxa ku em niha li giştî herêmê jiyan dikin, kir.

Ne dûr e çanda Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji destpêka xwe ve çanda Rojhilata Navîn a demokratîk be ku xwe dispêre yekîtiya çandên rasteqîn ên li herêmê hene. Ev çanda hevbeş a gelan ji destpêka dîrokê ve ji bo pêşxistina herêm û belavkirina nirxên şaristanî di nava gelan de, fektora hêz û yekîtiyê bû.

Êrîşên ku niha li dijî PKK’ê tên meşandin heman êrîşên di destpêka damezirandina wê de ne û niha dijwartir in. Tirkiyeyê bi hemû hikûmetên xwe yên li pey hevûdu hatine û bi alîkariya rasterast a hêzên kapîtalîst ên rojavayî hewl da xewna Kurdan a jiyaneke azad û bi rûmet têk bibe.

Heman xiyaneta Kurdî ya beriya 40 salî ye

Rêber Abdullah Ocalan her tim digot ne pêkan e dîrok were paşguhkirin ji ber ku dema ku em niha têde jiyan dikin di heman demê de paşeroja me ye. Vaye ji bo kesên ku xwe weke nûnerên kurdan bi nav dikin, dîrok bi heman rêbazî xwe ji nû ve dubare dike, lê bi heman zihniyeta dewletperestiyê tevdigerin ku bi hemû hêza xwe hewl dide encamên nû bi heman rêbazên beriya bi dehan salan pêk bîne, encama wê jî têkçûn û hilweşandina hêvî û xewna Kurdî ya avakirina welatê xwe û jiyana bi rûmet e.

Beriya 40 salî tevgera Kurdî ya kevin rastî heman encama ku niha jiyan dike hat, weke ku dîrok dibêje çarenûsa wan tenê di çopa dîrokê de ye. Beriya 40 salî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û alîgirên wê dest ji xewna welatê Kurdî berdan û ragihandin ku şoreşa wan bi dawî bû û êdî Pêşmerge dikarin çekên xwe radestî artêşa Îraqê bikin an bi ku derê ve dixwazin biçin, tevî ku di wê demê de xwedî hêzeke leşkerî bûn. Lê zihniyeta teslîmkariyê li ser kesayetên wan serwer bû û ti carî nebûn xwedî vîneke azad. Di salên 70’yî ya sedsala borî de şoreş têkşikest û gelek ji wan piştî hevpeymana Cezaîrê ya di navbera Îraq û Îranê de xwe radestî artêşa Îraqê kirin.

Di dema ku Kurd bi serkeftinên li pey hev kêfxweş dibûn de û derbeyên giran li artêşa Îraqê didan, rastî derbeyeke giran hatin. Piştî hevpeymana Cezaîrê Barzaniyê pîr teslîmkarî ragihand û çekên xwe radest kirin û bi vê yekê trajediya Kurdî û giriyê leşkerên Kurd dest pê kir, hin leşkeran xwe kuştin da ku têkçûnê nebînin. Di wê demê de jêre digotin “Aş Betal” têgeha ku ji têkçûnê re tê gotin ku li ser destên Barzaniyê pîr rastî wan hatiye.

Di wê demê de tova Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nû hatibû çandin û ji bo hêviya gelê Kurd û hemû gelên herêmê vejîne ku riya azadiyê û rûmetê hêjî li pêşiya wan e, şîn bû. Tevî ku partiyên Kurdî yên kevin ku heta niha didomin bi heman zihniyeta paşverûtî ya teslîmkariyê tevdigerin.

Zayîna PKK’ê di heman bîstika trajediya mezin a Kurdan de bû ya ku li ser destên PDK’ê pêk hatibû, lê fikra ku PKK’ê wergirtiye derveyî çarçoveya Kurdî ya peşverûtî bû. PKK’ê fikra demokratîk û sosyalîst ava kir û xwe spart rastiya Kurdî û çanada Rojhilata Navîn  û di heman demê de fikrên ku ji derve dihatin wergirtin rexne kirin, çi yên di bin navên netewperestî û çi jî di bin navên olperestî de bûn. Li ser vê bingehê PKK’ê dest bi xebatên xwe kir û ev yek derbeya yekemîn li hemberî xiyaneta hundirîn bû ku hin eşîr û malbatên Kurdî yên girêdayî kurdiyatiya paşverûtî dimeşandin, her wiha li hemberî hikûmeta Tirkiyeyê ku dixwest bi riya wan derbeyên giran di destpêka damezirandina PKK’ê de bide bersivek bû.

Damezrandina PKK’ê li hemberî kurtiyatiya paşverûtî derbeyek bû

Partî û rêxistinên Kurdî yên heyî rêbaza Barzanîtiyê nûnerê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê didîtin ew jî bi hevkariya dewleta Tirk bû da ku li hemberî her projeyeke vejandinê ya Kurdan di paşerojê de bibe asteng. Dewleta Tirk ev kurdiyatiya paşverûtî esas digirt da ku bendekê li hemberî her parçeyekî kurdî yê derve ava bike û ji van pêlên şoreşgerî dûr bixe. Li ser vê bingehê alîkariya Barzaniyê pîr di hemû aliyan de kir da ku bibe rewşa peywirtiya tekane ku di demên awarte de karibe xwe bispêre wê.

Rola PDK’ê di tunekirina rayedarên Kurdî de ku dixwestin xewna Kurdî di avakirina welatekî taybet bi wan de gelekî mezin bû. PDK’ê kesayetên weke Seîd Alcî, Elî Esker û gelek kesayetên Kurd ên welatparêz li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kuştin. Her wiha rola wan di têkşikandina tecrûbeya komara Muhabadê û hin tecrûbeyên din de taybet bû. Wan ti carî qebûl nedikirin ku aliyekî din serkêşiya doza Kurdî bike û yan jî çarenûsa wan dê kuştin an teslîmkarî be. Lê hemû hewldanên wan ên li dijî PKK’ê têk çûn, tevî ku rola wan di kuştina kadroyên destpêkê yên Tevgerê de li ser destên rêxistinên weke “Stêrka Sor”, eşîra Al Bocaq hebûn û bi taybet li dijî şehîd Kemal Pîr ku bi eslê xwe Tirk e, her wiha şehîd Xelîl Çawgon û şehîd Mihemed Qeresengor.

Damezrandina PKK’ê derbeyeke giran li dijî dewleta Tirk bû, nemaze li hemberî partiyên Kurdî yên paşverûtî xwediyên zihniyeta qebîlet, eşîrtî û malbatî ku ti carî ji derveyî xwe kesekî nas nakin. PKK’ê li ser dilsoziya şehîdên têkoşer hate ragihandin û di heman demê de qonaxeke nû di têkoşîna gelê Kurd de bû ya ber bi riya rûmet û vîna azad bû.

Biratiya gelan bingeha felsefeya PKK’ê ye

Partiyên Kurdî yên paşverûtî di rêbaza xwe ya netewî de xwe spartin zihniyeta netewperest û bi riya wê xwestin dewleteke Kurdî li Başûrê Kurdistanê ava bikin û giştî doza Kurdî li vir sînordar bikin û ji bo berjewendiyên xwe yên eşîrtiya paşverûtî ya ne welatparêzî hemû parçeyên din paşguh bikin. Evan pêl jî nikaribû xwe ji modernîtiya kapîtalîst xwe rizgar bikin û ola wan ku dewleta netewperest e, lê belê di çarçoveya modernîtiya kapîtalîst de tevdigeriya weke ku yek ji parçeyên wê li Kurdistanê hatiye çandin. Ev zihniyeta ku xwe dispêre “Dewleta netewperest û aboriya qezenckar (ji berhemên xuzayî sûdwergirtin bêyî ku aboriyê pêşbixîne)” bû sedema ku gelên din ên ku bi hezaran salan li ser ciyografiya Kurdistanê jiyan dikin, vê yekê qebûl nekin.

PKK’ê di qonaxên xwe yên destpêkê de rexneya van nêzîkatiyan kir û şerê wê kir, ji ber ku ne pêkan e çandên gelên di heman ciyografiyê de jiyan dikin ji hevûdu bêne cûdakirin. Tecrûbeya têkoşîna hevbeş dijwar bû da ku bigihînin jiyaneke hevbeş li ser bingeha ku di destpêkê de xwe spartiye wê. Şehîdê yekemîn di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi eslê xwe Tirk bû ev jî ne sudfeyek bû, her wiha yekemîn şehîdê ji Rojava Ereb bû ew jî şehîd Ezîzê Ereb bû. Ev destpêk bi xwe peyameke felsefî bû û naveroka wê ew e ku ne pêkan e serkeftin di têkoşînê de pêk were bêyî ku girêdana biratiya gelan di têkoşînê de neyê xurtkirin. Ji ber ku hemû gel rastî heman zulmê tên û li ser destên dewleta Tirk ku di bingeh de li ser tunekirina gelê Ermenî, Asûrî, Suryanî û herî dawî Kurdî hatiye avakirin. Li ser vê bingehê hevgirtina hemû gelan pêwîst bû da ku bigihêjin serkeftinê. Ev yek bi xwe di avakirina hêvî û vejandina gelên di xewa giran de mane û pêngava yekemîn bû û vejandineke nû li ser bingeha biratiya gelan bû ku hêjaye jêre were gotin şîfreya veşatî ya rastiya çandên Rojhilata Navîn.

Felsefeya netewa demokratîk di sedsala 21’emîn de ya serkeftî ye

PKK’ê di têkoşîn û berxwedana xwe ya li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din îspat kir ku ne pêkan e welatekî hevbeş ji gelên herêmê re bi riya fikrên teng were avakirin ku xwe dispêrin zihniyeta dewleta netewperest ku di bingeh de belaya dema me ya niha ye. Parêznameyên ku birêz Abdullah Ocalan radestî dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelên Rojhilata Navîn kirine, manîfesto û rêbaz herî guncaw li hemberî rewşa tevlîhev ku herêm jiyan dike ye.

Şerê cîhanê yê sêyemîn ku niha bi hemû lêhûrbûnên wê tê jiyan kirin, geşedanên wê di heman ciyografiya ku şaristaniya mirovahiyê ya serdema Mezopotamiyayê têde destpêkiriye û ji vir ber bi Çîn, Hindistan, Misir û giştî cîhanê belav bûye de  rû didin. Niha Kurd bi heman rola belavkirina felsefeya netewa demokratîk radibin ku riya rasterast ber bi şaristaniya demokratîk ve ye da ku ji vê rewşa tevlîhev ku hêzên dewletperest û netewperest jiyan dikin, derbikeve.

Tişta ku em niha jiyan dikin şerê di navbera du zihniyetan de ye. Ew jî zihniyeta modernîtiya kapîtalîst ku di qonaxa xwe ya herî tund re derbas dibe û hewl dide parastina dewleta netewperest bike û zihniyeta netewa demokratî ku xwe dispêre biratiya gelan da ku xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Ev şerê di navbera du projeyên gerdûnî de ye yek ji wan nûnertiya modernîteya kapîtalîst bi hemû amûrên wê dike ew jî projeya Rojhilata Navîn a nû ye û yê din jî nûnertiya netewa demokratîk dike û ev jî projeya Rojhilata Navîn a demokratîk e.

Projeya dewleta netewperest a Kurdî têkçûna xwe ya duyemîn piştî raferandûma PDK’ê têk çû ku xwest bi riya wê hebûna xwe biparêze piştî ku di serdema desthilatdariya xwe ya li Başûrê Kurdistanê de rastî gelek têkçûnan hat. Ev têkşikandina duyemîn di trajediya Kurdan de piştî têkşikandina yekemîn a salên 70’yî ya sedsala borî de ye. Têkçûna Barzaniyê pîr di pêkanîna welatekî hevbeş ji gelên herêmê re di salên destpêkê yên 70’yî de “Aş belaşê” têkçûnê bû, kurê wî Barzanî jî bi riya referandûma îdîaker lê temam kir û têkşikandina duyemîn bû. Ew heman zihniyet e ku “bav” û “kur” nikaribûn xwe jê rizgar bikin, ji ber ku bav xwe dispart Îranê û kur jî xwe spart Tirkiyeyê, di herdu rewşan de jî têkçûn û bêhêvî para gelê Kurd bû.

Lê daxwazbilindiyên avakirina welatekî hevbeş ji bo hemû çand û gelên herêmê hêjî di nava têkoşîna PKK’ê de mayînde ye ku êdî hêviya tekane ya gelên herêmê ye. Ev jî di felsefeya netewa demokratîk de bi rêbaza wê ya pratîk li Rojavayê Kurdistanê hatiye piştrastkirin. Bi riya têkoşîna li vî beşî di avakirina welatekî ji hemûyan re li ser bingeha siyaseta “her kes bi her kesî re”. Gelê Kurd û gelên din bêyî ku xwe bispêrin felsefeya netewa demokratîk ti carî nikaribûn li hemberî terorê bi hemû şêwazên wê bi ser bikevin.

Êdî ji niha û pêve ciyografiya Kurdistanê bûye roniya hemû azadîxwazên herêmê û giştî cîhanê û li hemberî wê dilxweş in ku çawa ji tevliheviyê rizgar bûn û karibûn di nava gola xwînê de baxçeyekî ava bikin.

Rast e, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û felsefeiya Rêberê wê Abdullah Ocalan di salvegera xwe ya 40’mîn de mizgîniyê dide gelên herêmê ku di vê salvegerê de li hemberî tevliheviya sîstematîk û zihniyeta dewleta netewperest, serkeftin a netewa demokratîk û çanda biratiya gelan e.

(jh)

ANHA