Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Salar Mehmûd: Destwerdana Tirkiyeyê gelek mijarên şovenîst armanc dike

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Parlemanterê herêma Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd diyar kir ku destwerdana hêzên Tirkiyeyê di axa Başûrê Kurdistanê de xwedî gelek armancên şovenîst e û hewl dide serweriya xwe li vir ferz bike. Mehmûd da zanîn ku bêdengiya hikûmeta herêmê li hemberî vê destwerdanê jî vedigere berjewendiyên aborî yên mezin yên di navbera wan de.

Di derbarê destwerdana hêzên Tirkiyeyê li axa herêma Başûrê Kurdistanê ya şeva 14’ê vê Kanûnê de Parlemanterê herêma Başûrê Kurdistanê yê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û behsa bêdengiya hikûmeta herêmê û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destwerdanê kir.

Mehmûd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku destwerdana artêşa dagirker a Tirkiyeyê di axa herêma Başûrê Kurdistanê de xwedî armancên şovenîst û nijadperest e û di aliyê siyasî de jî xwe berfireh dike da ku armancên xwe yên pilankirî pêk bîne û wiha got: “Gelek armancên vê destwerdanê hene, yek ji wan ew e ku serweriya xwe ferz bike û rewşê ji nêzîk ve bişopîne da ku hegomoniya xwe li ser herêmên Kurdî ferz bike, nemaze metirsiya wê li hemberî hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li vê herêmê mezin e.”

Li rex bêdengiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destwerdanê Salar Mehmûd bawer dike ku hevpeymanên siyasî di navbera wan de hene û hikûmeta Tirkiyeyê ajandeyên xwe yên bêtirî aborî ferz dike û li gorî vê yekê ji hikûmeta herêmê tê xwestin ku bêdeng bimîne û wiha domand: “Rewşa aborî ya herêmê gelekî tevlîhev e û ne pêkan e mirov xwe bispêre serweriya wê û bi taybet hevsengiyeke hêzan tune ye.”

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku destwerdana hêzên Tirkiyeyê di axa herêma Başûrê Kurdistanê de bêyî ku berxwedanek li hemberî wê ji aliyê hikûmeta herêmê ve were nîşandan, her çiqas bi helwestekê yan şermezariyekê be jî, vedigere berjewendiyên aborî yên mezin di navbera hikûmeta herêmê û Tirkiyeyê de û li gorî vê yekê ji hikûmeta herêmê tê xwestin ku destdirêjiyên hikûmet û artêşa Tirkiyeyê qebûl bike.

Mehmûd behsa têkliyên bi nakok ên di navbera partiyên Kurdistanê de kir û got ku vê yekê hişt Tirkiye cesaret bike û destdirêjiyê li herêmêl Kurdî bike û herêmê di bin hinceta ku şerê hêzên kurdî yên dijber dike de herêmê topbaran dike.

Parlemanterê herêma Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd  di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşa hundirîn a Başûrê Kurdistanê ne li ser hevûdu ye û têkliyeke xurt û hevgirtî ya di navbera partiyên siyasî de tune ye û wiha bi dawî kir: “Başûrê Kurdistanê nakokiyên mezin jiyan dike û ji helwesteke siyasî ya hevgirtî dûr e. Ev yek jî dihêle partiyên siyasî bêdeng bimînin û di encamê de Tirkiyeyê cesaret dike ku destdirêjiyê li axa herêmê bike, tevî ku Tirkiyeyê bi awayekî hişk dijberiya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 25’ê Îlonê de hatiye lidarxistin, dikir.”

(jh)

ANHA