Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Salih Gedo: Ehmaqtiya Tirkiyeyê dê rastî berxwedana gel were

Dîmen

MEDYA ELÎ – EKREM BEREKAT

QAMIŞLO – Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk û Endamê Desteya Serokatiya Hevalbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê Salih Gedo got ku eger Tirkiye “ehmaqtiyekê” bike û êrîşî Efrînê bike bê guman dê rastî berxwedana gel were û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dê beşdarî vê berxwedanê bibin. Gedo diyar kir ku êrîşa Erdogan li Efrînê ne seyranek e û Tirkiye dê buhaya wê giran bibe. Gedo her wiha daxuyaniyên aliyên ku xwe bi opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin û ENKS’ê şermezar kir û got ku helwesta wan xiyaneta mezin li dijî welat û gel e.

Di çarçoveya helwestên şermezarkirina êrîşên li dijî herêma Efrînê û geşedanên dawî yên girêdayî gefxwarinên dewleta Tirkiyeyê de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevpeyvînek bi Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk û Endamê Desteya Serokatiya Hevalbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê Salih Gedo re pêk anî.

Hevdîtina bi Salih Gedo re wiha ye:

  • Hûn daxuyaniyên Erdogan ên dawî di derbarê êrîşên li dijî herêma Efrînê de çawa dinirxînin?

Gefxwarinên Erdogan û rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê yê di derbarê êrîşên li dijî herêmên Rojava û bi taybet li dijî herêma Efrînê û bakurê Helebê ne tiştekî nû ye. Dewleta Tirk rojane van herêman topbaran dike. Tirkiye van destdirêjiyan dike da ku rewşeke bêaramiyê li Sûriyeyê û bi taybet li Bakurê Sûriyeyê pêk bînin û ji bo vê armancê hemû hêz û derfetên xwe bikar tîne.

Evan gefxwarinên dawî yên Erdogan û rayedarên hikûmeta wî yên li dijî herêma Efrînê û belavkirina bi hezaran leşkeran li nêzî deverên sînor mijara nîqaşê ye û gelek sedemên wê hene.

Sedema yekemîn, Dewleta Tirk weke dewleteke dagirker ti carî statûyeke demokratîk li ser sînorên xwe qebûl nake û bi taybet eger ev statû nûnertiya gelê Kurd li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bike. Sedema duyemîn jî ew e ku rola Tirkiyeyê li herêmê gelekî lawaz ketiye û bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ’ê û komên radîkal û ku alîkariya wan dikirin li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel/Jin hilweşiyan. Tirkiye ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe hewl dide tevliheviyeke siyasî û leşkerî li herêmê derbixîne û tola çeteyên DAIŞ’ê ji welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hilîne.

Eger dewleta Tirkiyeyê ehmaqiyek kir û êrîşî herêma Efrînê bike, bê guman hatina wan a Efrînê ne seyranek e û Tirkiye dê buhaya wê giran bide û dê nikaribe ji Efrînê derbikeve.

  • Bi nêrîna we ev bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî gefxwarinên Erdogan a dagirkirina Efrînê tê çi wateyê?

Berpirsyariya mezin niha li ser milê civaka naventewî ye û bi taybet Koalîsyona Netewî û Emerîka ji aliyekî ve û Rûsya ji aliyekî din ve. Ji ber ku Rûsya hebûna li herêma Efrînê jî heye. Divê li hemberî van gefxwarin û êrîşan helwesta xwe zelal nîşan bidin.

Li gorî lêkolîn û nirxandinên siyasî yên di van demên dawî de derketine, hin alî bêdengiya Rûsya li hemberî gefxwarinên Tirkiyeyê û êrîşên wê yên li dijî Efrînê vedigerînin lihevkirinekê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ew e ku Rûsya van êrîşan paşguh bike û li hemberî wê Tirkiye parêzgeha Idlibê radestî rêjîma Baasê bike.

Em Rûsya weke dostê xwe dibînin, ji ber vê yekê divê Rûsya li hemberî gefxwarinên Erdogan xwedî helwest be û Erdogan neçar bike da ku êrîşên xwe li dijî Efrînê rawestîne.

Ne pêkan e hêzên navnetewî û herêmî ji ber bêdengiya wan bêne cezakirin, lê divê hêzên Kurdistanî ku heta niha helwesta xwe nîşan nedane yan piştgiriya xwe bi welatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re ranegihandine divê bêne cezakirin.

  • Hûn daxuyaniyên aliyên ku xwe bi opozîsyona Sûriyeyê bi nav dikin û piştgiriyê didin helwestên Erdogan çawa dinirxînin?

Helwesta opozîsyona Sûriyeyê û di serî de Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê, helwesteke kambax e, ew ji dewleta Tirk dixwazin ku axa wan dagir bike û serweriya gelê wan bike, her wiha piştgiriya dijminên Sûriyeyê dikin, gelo çawa evan niştimanî parêz in? Evan tenê xayînên welat din û ji dagirker re li çepikan didin. Bi rastî ev helwesta wan xiyaneta mezin li hemberî welat û gel e.

  • Bi nêrîna we partiyên Kurdî û Kurdistanî çawa dikarin alîkariya Efrînê bikin?

Di destpêkê de dixwazim balê bikişînim ser helwesta evan aliyên ku îdîa dikin ku nûnertiya gelê Kurd dikin, ango Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ku li hotêlên Stenbolê rûniştine, helwesta wan ji helwesta şovenîstên Tirk kambaxtir e û hemû helwestên wan ziyanê bi gelê Kurd û gelên herêmê û giştî gelê Sûriyeyê dike. Daxuyaniyên wan ku di naverokê de piştgiriya êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê û Rojava dikin, bê guman di encamê de deriyên niştimanîbûnê li ser rûyê wan tê girtin û nêzîk gelê Kurd dê hesab ji wan bixwaze.

Ji ber vê yekê ez bang li hemû gelê Kurd û hêzên Kurdistanî dikim ku alîkariya Efrînê û berxwedana wê bikin, ji ber ku evan êrîşên li dijî Efrînê ne tenê li dijî Efrînê, QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê ne, lê belê li dijî hebûna gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Eger Tirkiye êrîş bike bê guman dê rastî berxwedana gel were û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dê beşdarî berxwedana gel bibin.

Careke din ez dubare dikim eger Tirkiye ehmaqtiyekê bike û êrîşî Efrînê bike dê li hemberî berxwedaneke mezin ji aliyê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê rû bi rû bimîne.

(jh)

ANHA