Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Salih Muslim: Avakirina DAIŞ‘ê girêdayê têkçûyîna xeyalên komplogeran e‘

Dîmen

MINBIC –  Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Salih Muslim bi civîneke berfireh geşedanên dawî nirxand û got “Avakirina DAIŞ‘ê girêdayî têkçûyîna xeyalên hêzên kompolger ên avakirina ampratoriyeke li herêmê.”MINBIC-CIVINA-SIYASI (2)

Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li ser asta herêmî û cîhanî civîneke berfireh li hola civînan a bajarê Minbicê hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEDM‘ê Salih Muslim ve hate birêveberin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a bajarê Minbicê Ibrahîm El-Qeftan, endamên meclîsên zagonsaz û rêvebe, saziyên sivîl û meclîs û komînên bajar û gundên wê di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Salih Muslim pêşevçûnên ku li Sûriyeyê rû dide şîrove kir û got ku şerê li Sûriyeyê rû dide çavkaniya xwe ji destpêka şoreşa gelan a li hember zulma rêjîmê digire. Lê komployên hêzên derve bû sedem ku şoreşa aştiyane ji xeta xwe derkeve û sivîl di bin rehma komên terorîst de hiştin.SALIH MUSLIM

Muslim di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema demokratîk a ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye rûnişkandin û wiha anî ziman “Sîstema demokratîk rêgezên wê yên bingehîn hene. Ev sîstem hemû pêkhate û beşên civakê, jin û ciwan di nava xwe de digire û rêxistina civakê pêş dixîne. Projeya Neteweya Demokratîk hemû komployên li dijî şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeêy têk bir.  Bi hêz û enerciya xwe me destkeftiyên mezin bi destxistin û herêm ji terora DAIŞ‘ê rizgara kirin. Derketina DAIŞ‘ê girêdayî têkçûyîna xeyalên hêzên kompolger ên avakirina ampratoriyeke li herêmê, ji ber vê yekê dîtin ku bi avakirina çeteyên mîna DAIŞ‘ê dikarin projeyên xwe di herêmê de pêk bînin. Lê projeyên wê li Sûriya û Iraqê negihaştin serî. Îradeya gel li hember wan bi ser ket.”

Salih Muslim destnîşan kir ku serkeftinên heyî encamên keda şehîdan û hevgirtina hemû pêkhateyan e û diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên rêxistinkirinê ji komînê dest pê bikin û got “Komîna bingeha avakirina civaka demokratîk e ku gel bi xwe xwe bi rêve bibe ye.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(bb)

ANHA

MINBIC-CIVINA-SIYASI (3) MINBIC-CIVINA-SIYASI (1) MINBIC-CIVINA-SIYASI (4) MINBIC-CIVINA-SIYASI (5)