Têkilî | Derheqê me de
ANHA

SALIH MUSLIM: Banga KNKʹê erênî û di cih de ye

DILÎŞAN ÎBIŞ

QAMIŞLO – Hevserokê PYDʹê Salih Muslim bangên ku li Silêmaniyê ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve derketin erênî nirxand û destnîşan kir ku ew ê ji bo serkeftina wê tişta ji destê wan were pêk bîn in.

Hevserokê PYDʹê Salih Mustim têkildarî bangên Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku hemû partî û hêzên Kurdistanê re kirine ku civînên şêwîr derbarê nîqaşkirina doza kurdî de lidar bixin, pirsên ajansa me (ANHA) yê bersivandin.

*Hûn di vê dema ku di herêmê de geşedanên nû têne jiyankirin, banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku ji hemû hêz û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re hatine kirin ku civînên şêwirî derbarê doza gelê kurd de lidar bixin çawa dinirxînin?

Herêma Rojhilata navîn ji aliyê hêzan ve ji nû ve tê rastkirin. Rêzkirina berê ku ji sedsala derbasbûyî de pêk hatibû, nema berjewendiyên hêzên hegemonîk ên cîhanê pêk tîne, ev yek di aliyê gelan û pêkhateyan de jî derbasdare. Ji ber vê yekê divê Rojhilata Navîn ji nû ve bidin guhertin.

Gelê kurd di sedsala derbasbûyî de rastî hemû siyasetên tunekirin, inkar û  komkujiyan hat. Heger gelê kurd xwest ku di nava gelê cîhanê de xwedî cih bin, divê stratejiya wan ya yekbûyî hebe, da ku li dijî pîlanan li ber xwe bidin û ji komkujiyan û siyasetên inkarê xilas bibin. Bi vê yekê jî dê ji tunebûnê xilas bibin. Danîna vê setratejiyê di hevdîtina hêzên Kurdistanî de pêk tê. Di wan hevdîtinan de divê xetên sereke yên stratejiya ku ji tevahiya Kurdistanê re were diyar, diyar bibe. Di nêrîna min de ev banga ji hêzên Kurdistanê re ku ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Ez hêvî dikim ku ev yek rastî bersiveke erênî ya hemû hêzên Kurdistanî were.

*Helwesta partiya we ji gavên we anî ziman çiye?

Di nêrîna me de heger dereng jî hatibe, lê gaveke erênî ye. Em ê ji aliyê xwe de pêk bînin. Tişta bikeve ser milê me ji bo pêkanîna wê em ê bikin. Em weke partî û ji dema avabûnê de nûnertiya xeteke wiha dikin. Ev ji baweriya me bi Yekîtiya gelê kurd de pêk hatiye. Bi vê yekê em ê karibin riya têkoşîna gelê kurd û gelên di herêmê de pê re jiyan dikin, diyar bikin.

*Kongreya Netewî ya Kurdistanê bang li hemû partî û rêxistinên kurd kir ku dengê xwe bikin yek, stratejiyek yekbûyî ya kurd ava bikin. Nêrîna we di vê derbarê de çî ye?

Kongreya Netewî ya Kurdistanê hewl dide ku erka xwe ya dîrokî ku di vê demê de tê xwestin pêk bîne. Bêguman partî û rêxsitinên siyasî ku Civaka kurd û Kurdistanê birêve dibin, ji ber vê yekê divê xîtabî wan were kirin û bang ji wan re were kirin ku erka xwe pêk bînin. Çi partî û rêxistina ku ji vê berpirsyariyê bireve tê wateya ku behaneya hebûna xwe winda dike. Divê hemû partî û rêxistin nûnertiya nêrîna gel û komên civakî ku nûnertiya wê dike bikin.  Di vê demê de danîna stratejiyeke hevbeş a ji gelê Kurdistanê re tişta sereke ye. Li ser vî esasî divê hemû li gorî vê nêrînê bi awayekî erênî banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk bînin.

*Di nêrîna we de ev gav dê bibe riya pêkanîna kongreya Netewî ku hemû partiyan bigre nava xwe, her wiha dê bibe riya bidawîbûna nakokiyên û rê ji çareserkirina doza kurdî re vebike. Her wiha dê heta çi radeyê bandora vê itîfaqê li Rojhilata Navîn hebe?

Ji destpêkê ve ked dihate dayîn ku civîn, konferans an jî kongreyek ku hemû hêzên Kurdistanî bigre nava xwe were lidarxistin. Lê bele ji ber ku hin partî û rêxistinan girîngî ne didan stratejiya yekbûyî, her wiha dûrî nirxandina geşedanên dawî bûn, ev bang pêk ne dihat. Ew rêxistin û partî pêşeroja û hebûna gelê Kurdistanê di ber çavan re ne digiritn û ew dibûn sedema astengkirina vê yekê. Li ser vî esasî gelek hewldan têk birin.

Lê niha em wekî wan civîn û konferansan lidar dixin, yanî nema li benda tu rêxistin û partiyên ku bi zanebûn an jî ji ber kêmasiyan tevlî nebin, radiwestin. Li aliyê din jî pêkanîneke bi vî rengî dê layîqî destkeftiyên gelê Kurdistanê ku li ser erdê pêk hatine, be. Her wiha dê ji bo gelê Kurd derfeta sererastkirina şaştiyên xwe yên sedsala 20`mîn be. Ev yek dê ewlekarî û hevgirtina ku gelên Rojhilata Navîn di sedsala 20ʹan de winda kirine pêk bîne.

Em di wê baweriyê de ne ku çaresernekirina doza kurdî û inkara mafê gelê kurd sedema sereke ya alozî û nakokiyên li Rojhilata Navîn e. Bi çareserkirina doza kurd re dê gelek alozî û nakokî ji holê rabin. Gelê Kurd bi proje û piradîgmaya xwe ya nû dikare pêşengiya hemû gelên Rojhilata Navîn  bike.

(dc)

ANHA