Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Salih Muslim: Komplo li dijî gelên Rojhilata Navîn e

AMÛDÊ – Rêxistina PYD`ê ya bajarê Amûdê duyemîn kongreya xwe li dar xist. Hevserokê PYD` Salih Mislim di axaftina vekirina kongreyê de axivî û destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê  Gelê Kurd, komloya li dijî gelên Rojhilata Navîn e.AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD4

Bi dûrişmeya “Ji Rojava ya azad ber bi  Sûriyeke federal û demokratîk ve” Rêxistina PYD`ê ya bajarê Amûdê duyemîn konreya xwe li salona Beylesan a bajarê Amûdê li dar xist.

Di kongreyê de Hevserokê PYD`ê Salih Muslim, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên  Kantona Cizîrê, partiyên Kurdî û gelek mêvanên din amade bûn.

Kongre bi rêzgirtinê hat destpêkirin, paşê Salih Mislim axivî û  lidarixistina kongreyê li endam û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Mislim hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û da xuyakirin ku bi saya şehîdan hemû sazî, partî û rêxistin bi azad xebatên xwe bi rêk û pêk dimeşînine.AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD1

Hevserokê PYD`ê bal kişand ser armanca partiyê û got:”Armanca me wekî PYD`ê avakirina civakeke polîtîk, demokratîk û exlaqî ye.

Salih Mislim bi boneya nêzikbûna kompoleya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Komploya naveteweyî ya li dijî Ocalan, komploya li dijî gelên Rojhilata Navîn e, ji ber ku fikir û felsefeya Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e.”

Kongre bi axaftinan dewam dike./..

(kc/dc)

ANHA

AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD6 AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD5 AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD2 AMUDE-DESPEKA-KONGIRA-PYD3